ÎZMÎR – Li navçeya Konakê ya Îzmîrê di jêrzemîna avahiya kargehan de cenazeyê kesek bi navê Sucaattîn Sari yê 53 salî hat dîtin.
Li Durêya Gazî ya navçeya Konakê ya Îzmîrê notirvanê digeriyan di jêrzemîna avahiyek kargehan de cenazeyê zilamekî dîtin. Notirvanan agahî da polîs, ekîbên tenduristiyê û îtfaiyeyê. Ekîb hatin cihê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku cenaze aîdî Sucaattîn Sari yê 53 salî ye. Tê gotin ku Sari bi ceryanê ve zeliqiye û jiyana xwe ji dest da. Piştî dozger hat cihê bûyerê û lêkolîn kir, cenaze ji bo otopsiye rakirin Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.