Aktar: Di dozên polîtîk de dê qîmeta parastinê nemîne

  • rojane
  • 09:35 14 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku dadgehên di salên 90'an de bêtir bi ewle û adîl bûn û wiha got: "Êdî dê di dozên polîtîk de wate û qîmeta parastinê nemîne. Di doza cezayên polîtîk de bixwazin kê ceza bikin dê ceza bikin." 
 
Li Tirkiye piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê, di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlankirin. OHAL'a ku ji bo 3 mehan hat îlankirin, 7 caran hat dirêjkirin. OHAL 6 rojên din 2 salan li pey xwe dihêle. Di dîrokê de yekem car li tevahiya Tirkiye 2 salan li ser hev Tirkiye bi OHAL'ê tê rêvebirin. Di pêvajoya OHAL'ê de li Tirkiye hilbijartina referanduma 16'ê Nîsana 2017'an û Hilbijartina Parlamenterî û Serokomariyê ya 24'ê Hezîranê pêk hat. 2 hilbijartin di bin şert û şirûdê OHAL'ê de pêk hatin. Rejîma yek mirov ji bo pergala xwe ya yek mirovahiyê têxe meriyetê bi zagonên OHAL'ê hewl dide hêz û îktîdara xwe biparêze. Niha jî tê gotin dê OHAL'ê rakin. Lê gelek rewşenbir û hiqûqnas diyar dikin ku dê navê OHAL'ê rakin, lê dê di fîîliyetê de hebûna OHAL'ê bidome. Serokê Baroya Amedê yê bêr Mehmet Emin Aktar, li ser rewşa darazê û pêkanînên OHAL'ê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. 
 
'DI SALÊN 90'AN DE DADGEH BÊTIR EWLE BÛN'
 
Akdar, da zanîn ku dema OHAL’a serdema 1990’an û OHAL'a niha bidin ber hev, gelek cudahî heye û wiha got: "Di salên 1990'an de dadgeh bêtir ewle bûn. Lê niha ewlebûna wan nemaye. Niha mafê meş, civîn, azadiya raman û îfadeyê hatiye qedexekirin. Pêvajoya binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Li kolanan înfaz zêde bûne. Wê demê hemû kes rastî îşkenceyê dihatin. Lê heta niha ji ber sûcê îşkenceyê ji xeynî çend kesan, kes nehatine darizandin û doz li kesî nehatiye vekirin.  Lê zagonan her dem nivîsîye ku îşkence sûcê mirovahiyê ye. Di salên 90'an de îşkence gelek zêde bû. Wê demê kes bi awayekî keyfî dihatin binçavkirin û li dadgehê dihatin beraet kirin. Lê îro ev ne wisa ye. Îro kesek ji bo parvekirinên civakî jî tên darizandin û cezakirin. Di salên 90'an de dadgeh bêtir ewle bûn. 
 
'EM DI BIN ZEXTÊN REJÎMÊ DE NE'
 
Aktar bal kişand ser darizandina Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û wiha got: "Dadgehê biryara tahliyê da. Dozger îtîraz kir û biryara tahliyê neşand girtîgehê. Li ser îtîraza dozger dadgehek din çend saet şûnde biryara girtinê da. Em wisa di bin rejîma zext û zorê de dijîn. Ji ber vê yekê di dilê her kesî de tirsek hatiye avakirin. Tirsa bên girtin û ji karên xwe bên îxrackirin heye. Tirsa ji burokrasiyê îxrac bibe heye. Bi awayekî pir keyfî mirov dikarin bên îxrackirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn ku karibe biryarê betal bike tune ye. Di salên 90'an de Dadgeha Qanûna Bingehîn dikarîbû biryara betalkirinê bida. Lê niha Dadgeha Qanûna Bingehîn ya karibe biryara betalkirinê bide tune ye. Heta îro Dadgeha Qanûna Bingehîn ya biryara betalkirinê bide tune ye. Dadgeqa Qanûna Bingehîn ya Wêrek tune ye. Îro kesê rastî neheqiyê hatiye nikaren gilî bike. Îro li vî welatî Wezîrê Karên Hundir dikare bi hêsanî gefan li Serokê Partiyek siyasî bixwe. Kes jî nikare bêje 'Li vî welatî çi dibe?" 
 
'DI SERDEMA NÛ DE ERKA MECLÎSÊ NEMAYE'
 
Aktar, da zanîn ku di serdema nû de êdî rol û rista meclîsê nemaye û wiha lê zêde kir: "Di pergalên demokrasiyê de cudahiya hêzan heye. Di nava van hêzan de hevsengiyek heye. Niha ev hevsengî ji holê rabûye. Ne Daraz, Ne Meclîs û ne jî Zagon maye. Niha tenê rêveberî heye û ew jî di destê Serokomar de ye. Niha Tirkiye bi destekî tê rêvebirin. Bi awayeki sembolîk meclîs heye. Wekî din tu erka wê tune ye. Ev rewş pir talûke ye." 
 
'TIRKIYE ÊDÎ DÊ BI KKH'YAN BI RÊVE BIÇE' 
 
Aktar, herî dawî anî ziman ku ger ku OHAL'ê rakin jî dê KHK yên di serdema OHAL'ê de çi bibin û wiha bi dawî kir: "Divê hem KHK bên betalkirin û hem jî OHAL bi dawî bibe. Lê hêj ev yek nehatiye kirin. Di serdema OHAL'ê de gelek guhertin çêkirin. Ev hemû kirin zagon û mayinde kirin. Tirkiye êdî dê bi KHK'yan bi rêve biçe. Bi vê yekê êdî meclîs li derve hatiye hiştin. Êdî dê parastin qimeta wê tune be. Di dosyayên cezayên siyasî de parastin dê qimeta wê tune be. Lê tevî hner tiştî rêya ku em dizanin û em pê bawerin emê têkoşina xwe berdewam bikin û derkevin ronahiyê. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

16/07/2018
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin
12:30 Kemalbay a HDP'î: Bi biryara Soma edalet bin ax kirin
11:15 Li Iraqê xwepêşand mezin dibin: Li Necefê dest danîn ser balafirgehê
10:54 BTK'ê xwest li JINNEWS’ê doz bê vekirin
10:34 Teqawîd ne mirî ne û ne jî dijîn
10:09 Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin
10:07 Fîtcê nota krediya Tirkiyeyê daxist
09:50 Li Amedê êrîşa çekdarî: 2 kes mirin, kesek birîn bû
09:35 Aktar: Di dozên polîtîk de dê qîmeta parastinê nemîne
09:34 Parêzerê Soma Atalay: Em ê serî li dadgeha Îstînafê bidin
09:13 Ji ber bêhna angûsan Îskenderûnî nizanin dê çi bikin
09:12 Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir
09:11 Dozger bersiva nameya AGÎT'ê da: Nivîsandina 'berxwedan'ê sûc e
09:10 Pira Hûrkanê ku şîr tev li xerca wê hatiye kirin hîn jî wek berê ye
09:09 Êdî dewlemend jî nikarin pîvaza hişk bikirin
09:09 Di mehekê de 4 kes fetisîn, lê hîn jî tevdîr nehatine girtin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN
13/07/2018
20:23 Hersê birayên ku cerdevanan ew kuştin dê bên veşartin
15:44 Baroya Amedê: Rastî we bêdeng dike gelo?
15:43 Cenazeyên 3 bira rakirin saziya tipa edlî
14:46 Edîtora JINNEWS’ê: Serdegirtin dê me têk nebin
14:37 Bersûcê doza TIR’ên MÎT’ê yê fermandar hat binçavkirin
14:06 Koma Jinan a HDP’ê: Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin
13:46 Atay ji bo gelê Îskencerunê spas kir
13:45 Rojnamegerek ceza kirin û rojnamegerek beraet kirin
13:32 Ji ber 21 sal cezayê girtîgehê lê birîn name nivîstand
13:10 ‘Dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike’
12:43 Li Edeneyê xelata asansorê qetiya: 3 karker birîndar bûn
12:35 KCD’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da
12:34 Cerdevanan li Pirsûsê 3 bira kuştin
12:11 Li Hatay û Rihayê binçav kirinên medya civakî
12:10 Arîna yek salî ya li girtîgehê nabin nexweşxaneyê
11:43 Zarokê di bin dîwar de ma defin kirin
11:42 TJA: Pergala nû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye
11:41 Bîlîcî: Yên feramana Roboskî dan hatin xelatkirin
11:21 Hunermendê kurd Elî Temel 24 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî
10:39 Derket holê ku cezayê dîsîplînê li polîsên ‘Doza Panzêrê’ hatiye birîn
10:38 Serokê OTK ê ODTU Gur yê hat binçavkirin û berdan: Me peyam girt
10:36 Li Farqînê pevçûn: Cerdevanek hat kuştin
10:17 Parlamenterê HDP'ê Eksik: Têkildarî Wezîrê Tenduristiyê fikarên me hene
09:21 ‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'
09:18 Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne
09:17 OHP: Jiyana yektîpî li girtiyan ferz dikin
09:17 Eren Keskin: Duh Çîller-Agar, îro jî Soylû
09:16 Tirpankêşê 35 salan: Tenê hêviya min dest û milên min in
09:15 Mehmet Ocalan: Çav û guhê milyonan li Îmraliyê ye
09:14 Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN