Aktar: Di dozên polîtîk de dê qîmeta parastinê nemîne 2018-07-14 09:35:16   AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku dadgehên di salên 90'an de bêtir bi ewle û adîl bûn û wiha got: "Êdî dê di dozên polîtîk de wate û qîmeta parastinê nemîne. Di doza cezayên polîtîk de bixwazin kê ceza bikin dê ceza bikin."    Li Tirkiye piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê, di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlankirin. OHAL'a ku ji bo 3 mehan hat îlankirin, 7 caran hat dirêjkirin. OHAL 6 rojên din 2 salan li pey xwe dihêle. Di dîrokê de yekem car li tevahiya Tirkiye 2 salan li ser hev Tirkiye bi OHAL'ê tê rêvebirin. Di pêvajoya OHAL'ê de li Tirkiye hilbijartina referanduma 16'ê Nîsana 2017'an û Hilbijartina Parlamenterî û Serokomariyê ya 24'ê Hezîranê pêk hat. 2 hilbijartin di bin şert û şirûdê OHAL'ê de pêk hatin. Rejîma yek mirov ji bo pergala xwe ya yek mirovahiyê têxe meriyetê bi zagonên OHAL'ê hewl dide hêz û îktîdara xwe biparêze. Niha jî tê gotin dê OHAL'ê rakin. Lê gelek rewşenbir û hiqûqnas diyar dikin ku dê navê OHAL'ê rakin, lê dê di fîîliyetê de hebûna OHAL'ê bidome. Serokê Baroya Amedê yê bêr Mehmet Emin Aktar, li ser rewşa darazê û pêkanînên OHAL'ê ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    'DI SALÊN 90'AN DE DADGEH BÊTIR EWLE BÛN'   Akdar, da zanîn ku dema OHAL’a serdema 1990’an û OHAL'a niha bidin ber hev, gelek cudahî heye û wiha got: "Di salên 1990'an de dadgeh bêtir ewle bûn. Lê niha ewlebûna wan nemaye. Niha mafê meş, civîn, azadiya raman û îfadeyê hatiye qedexekirin. Pêvajoya binçavkirinê hatiye dirêjkirin. Li kolanan înfaz zêde bûne. Wê demê hemû kes rastî îşkenceyê dihatin. Lê heta niha ji ber sûcê îşkenceyê ji xeynî çend kesan, kes nehatine darizandin û doz li kesî nehatiye vekirin.  Lê zagonan her dem nivîsîye ku îşkence sûcê mirovahiyê ye. Di salên 90'an de îşkence gelek zêde bû. Wê demê kes bi awayekî keyfî dihatin binçavkirin û li dadgehê dihatin beraet kirin. Lê îro ev ne wisa ye. Îro kesek ji bo parvekirinên civakî jî tên darizandin û cezakirin. Di salên 90'an de dadgeh bêtir ewle bûn.    'EM DI BIN ZEXTÊN REJÎMÊ DE NE'   Aktar bal kişand ser darizandina Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û wiha got: "Dadgehê biryara tahliyê da. Dozger îtîraz kir û biryara tahliyê neşand girtîgehê. Li ser îtîraza dozger dadgehek din çend saet şûnde biryara girtinê da. Em wisa di bin rejîma zext û zorê de dijîn. Ji ber vê yekê di dilê her kesî de tirsek hatiye avakirin. Tirsa bên girtin û ji karên xwe bên îxrackirin heye. Tirsa ji burokrasiyê îxrac bibe heye. Bi awayekî pir keyfî mirov dikarin bên îxrackirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn ku karibe biryarê betal bike tune ye. Di salên 90'an de Dadgeha Qanûna Bingehîn dikarîbû biryara betalkirinê bida. Lê niha Dadgeha Qanûna Bingehîn ya karibe biryara betalkirinê bide tune ye. Heta îro Dadgeha Qanûna Bingehîn ya biryara betalkirinê bide tune ye. Dadgeqa Qanûna Bingehîn ya Wêrek tune ye. Îro kesê rastî neheqiyê hatiye nikaren gilî bike. Îro li vî welatî Wezîrê Karên Hundir dikare bi hêsanî gefan li Serokê Partiyek siyasî bixwe. Kes jî nikare bêje 'Li vî welatî çi dibe?"    'DI SERDEMA NÛ DE ERKA MECLÎSÊ NEMAYE'   Aktar, da zanîn ku di serdema nû de êdî rol û rista meclîsê nemaye û wiha lê zêde kir: "Di pergalên demokrasiyê de cudahiya hêzan heye. Di nava van hêzan de hevsengiyek heye. Niha ev hevsengî ji holê rabûye. Ne Daraz, Ne Meclîs û ne jî Zagon maye. Niha tenê rêveberî heye û ew jî di destê Serokomar de ye. Niha Tirkiye bi destekî tê rêvebirin. Bi awayeki sembolîk meclîs heye. Wekî din tu erka wê tune ye. Ev rewş pir talûke ye."    'TIRKIYE ÊDÎ DÊ BI KKH'YAN BI RÊVE BIÇE'    Aktar, herî dawî anî ziman ku ger ku OHAL'ê rakin jî dê KHK yên di serdema OHAL'ê de çi bibin û wiha bi dawî kir: "Divê hem KHK bên betalkirin û hem jî OHAL bi dawî bibe. Lê hêj ev yek nehatiye kirin. Di serdema OHAL'ê de gelek guhertin çêkirin. Ev hemû kirin zagon û mayinde kirin. Tirkiye êdî dê bi KHK'yan bi rêve biçe. Bi vê yekê êdî meclîs li derve hatiye hiştin. Êdî dê parastin qimeta wê tune be. Di dosyayên cezayên siyasî de parastin dê qimeta wê tune be. Lê tevî hner tiştî rêya ku em dizanin û em pê bawerin emê têkoşina xwe berdewam bikin û derkevin ronahiyê.    MA / Mehmet Şah Oruç