NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Kamboçya û Taylandê rê li ber krîzeke mezin ê mirovî vekir. Hat diyarkirin ku heta niha nêzî milyonek kes ji her du welatan ji cih û warên xwe bûne.
Şerê di navbera Kamboçya û Taylandê de bi hemû dijwariya xwe didome. Ji ber şerê zêdetirî du heftene didome, heta niha zêdetirî milyonek mirovan koç kirine. Wezareta Karên Hundir a Kamboçyayê ragihand ku ji ber êrişên F-16’ê yên Taylandê, 518 hezar kes li Kamboçyayê û 400 hezar kes jî li Taylandê bê cih û war mane. Di şerê nû de ku di 12’yê Kanûnê de dest pê kir, herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên fermî 22 kes li Taylandê, 19 kes jî li Kamboçyayê jiyana xwe ji dest dan. Kamboçyayê ragihand ku sibeha Yyekşemê jî êrişên Taylandê dewam kirin. Herdu welat li ser hin herêmên ku di dema mêtingeriyê de sînor hatin xêzkirin, li hev nakin. Yek ji herêmên ku şer lê giran bûye derdora Perestgeha Preah Vihear a 900 salî ye ku Tayland dibêje herêm a wan e.
Di meha Tîrmehê de jî pênc rojan şer li heman herêmê qewimî bû û 43 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE), Çîn, Yekitiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Malezya ku serokê demê yê Yekitiya Neteweyên Başûrrojhilatê Asyayê (ASEAN) e, ji bo rawestandina şer bang kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew hêvî dike, herdu welat heta roja duşem an jî sêşemê agirbestê ragihînin.
Di vê navberê de Çînê di çarçoveya hewldanên xwe yên navbeynkariyê de nûnerê xwe yê taybet ê ji bo Asyayê Deng Xijun şand Kamboçya û Taylandê.
Nûnerê Çînî bi Serokwezîrê Kamboçyayê Hun Manet re hevdîtin kir û banga agirbestê kir.
