NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Turk, bertek nîşanî heqaretên alîgirên Bursasporê li Leyla Zanayê kirin da û got: “Ev heqaret li me tevan hatiye kirin. Heqaret li Kurdan hatiye kirin, gef li Kurdan hatiye xwarin. Ev, îfadeya nîjadperestiyê ye.”
Di 16’ê Kanûnê di Lîga 2’yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de maça Somaspor û Bursasporê hat lîstin. Maç li navçeya Somayê ya Manîsayê hat kirin. Alîgirên Bursosporê ku bi nijadperestî û êrişkariya xwe tên zanîn, di trîbûnên stadê de çêr û heqaretên giran li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kirin. Dîmenên ev heqaaret û çêrên giran piştî li ser medyaya dîjîtal belav bûn, li dijî alîgirên Bursasporê û klûba wê nerazîbûn û hersek mezin hat nîşandan.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk tekildarî mijarê ji Ajansa Welat re axivî. Ahmet Turk, got: “Ev heqareta li Leyla Zana hatiye kirin, li dijî me hemûyan hatiye kirin. Ev heqaret li dijî me ye. Heqareta li dijî Kurdan e. Ev heqaret nîşaneya nijadperestiyê ye. Nijadperestiyê xwe di vê heqareta giran de raxist ber çavan û da nîşandan. Me wek gelê Kurd tu carê, tu wextê li dijî miletekê din tu heqaret nekiriye, me tu demê kîndarî û nefretê nîşan nedaye. Em tu carî neketin nav kîndariyê. Lê îro di şexsê Leyla Zana de ku navek tê zanîn û naskirin, heqaret li dijî me hemûyan hate kirin. Em vê heqaretê li ser xwe dibînin. Em vê heqareta wan alîgiran şermezar dikin. Spor tiştekî pirr cuda ye. Spor qadeke dostanî, diyalogê û tehemûla li hemberî hev e. Spor qadeke pêwendîdanînê ye. Bikaranîna sporê ya bi vî rengî, cihê xemgîniyê ye. Ev nayê qebûlkirin.”
