Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin

  • rojane
  • 09:11 18 Kanûn 2025
  • |

ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a ku li ber deriyê mala xwe li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, Şaristan Algan got: "Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di ser qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de hatibû ragihandin û 38 rojan berdewam kiribû re 10 sal derbas bûn. Di vê demê de lêpirsînên derbarê kuştina sivîlan de bi bêcezabûnê bi encam bûn û tu leşker û polîsên di êrişan de cih girtin nehatin darizandin. Taybet Înan a 57 salî jî yek ji wan kesan bû ku di qedexeya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da. Taybet Înan, di 19'ê Kanûna 2015'an de bi gulebarana polîsên tîma taybet li ber deriyê mala xwe bi 10 guleyan hat qetilkirin. Di otopsiyê de hat tespîtkirin ku 10 guleyên kujer li bedena wê ketine. 7 rojan destûr nehat dayîn ku cenazeyê wê ji aliyê xizmên wê ve bê wergirtin. Tiyê wê Yusuf Înan ê ku dixwest di dema birîndarbûnê de alîkariya Taybet Înan bike jî, di hewşa mala xwe de hat gulebarankirin. Yusuf Înan ji ber ku 20 saetan birîndar ma û nehat dermankirin, ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Herwiha hevjînê Taybet Înan, Halît Înan jî dema xwest cenaze hilde, bi gulebarana polîsan birîndar bû. Bi rojan mayîna cenazeyê Taybet Înanê li kolanê, wekî sembola wehşeta li ser gelê herêmê di bîra her kesî de cih girt. Di merasîma cenazeyê wê de jî tenê destûr dan du kur û birayê wê.
 
Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ve lêpirsîn hat destpêkirin, lêbelê di lêpirsînê de tu pêşketin çênebû. Malbata Înan di 1’ê Çileya 2021’an de bi sernavên binpêkirina "mafê jiyanê", "mafê darizandina adil", "qedexeya îşkence û kiryarên xerab", "berpirsiyariya lêpirsîna bibandor" û "rêzgirtina ji bo jiyana taybet" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 24’ê Îlona 2025’an de bi hinceta "demborînê" serlêdan red kir. Parêzerên malbatê ji bo serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin amadekariyên xwe didomînin. Tê payîn ku di 19'ê Kanûnê de, di salvegera qetilkirina Taybet Înanê de serlêdan bê kirin.
 
Taybet Înan di nav 10 salan de nehat ji bîr kirin. Her sal li cihê ku lê hat qetilkirin û li ser gora xwe tê bibîranîn. Îsal jî dê di 19'ê Kanûnê de saet di 13.00'an de li cihê bûyerê û li ser gora dê bîranîn bê lidarxistin.
 
PARÇEYÊN ZAROKÊN XWE BI DESTÊN XWE KOM KIR
 
Tiştên ku Taybet Înan jiya, sîtava tiştên ku gelê Kurd di 50 salên dawî de di pêvajoya şer de jiya ye. Di meha Mijdara 1993’yan de, zarokên Taybet Înan; Botan (4) û Esmer (10) û 3 biraziyên wê, bi tevahî 10 zarokên ku yê herî mezin 11 salî bû, di encama teqîna mayînekê de li navenda Silopiyayê hatin qetilkirin. Taybet Înan parçeyên bedena zarokên xwe yên perçe bûyî bi destên xwe kom kir. Piştî komkujiyê bavê zarokan Halît Înan ê ku ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çû avahiya Emniyetê, hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Ji bo wê komkujiyê tu lêpirsîn nehat kirin û rayedarên ewlehiyê yên wê demê îdia kirin ku 7 zarokên ku yê herî mezin 11 salî bû, "li dijî wan di amadekariya çalakiyê de bûn".
 
'KEÇA WÊ DI JÊRZEMÎNÊN WEHŞETÊ DE HAT ŞEWITANDIN'
 
Taybet Înan navê keça xwe ya ku 3 meh beriya komkujiya 1993'yan ji dayik bûbû û navê wê Sozdar bû, wekî Hezne (ji ber şînê) guherand. Hezne Înan li dijî zextên li ser malbata xwe û înkara gelê Kurd, di sala 2008’an de berê xwe da çiyayan, beşdarî Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û careke din navê wê bû Sozdar. Hezne Înan (Sozdar Şerger), di qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 14’ê Kanûna 2015’an de ku 288 kes hatibûn qetilkirin, di nav 177 kesên ku di “jêrzemînên wehşetê” de hatibûn şewitandin de bû.
 
Keça Taybet Înan, Şaristan Algan (41) êşên ku di nav 10 salan de jiyaye ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
 
'DAYIKA HEMÛ ZAROKÊN TÊKOŞER BÛ'
 
Şaristan Algan diyar kir ku ew di nav êşan de mezin bûye û ev tişt got: “Ez 41 salî me, heta îro rojeke me ya xweş çênebû. Em her dem di nav êşan de mezin bûn. Êşa herî mezin jî dayika min dît. Dayika min her tim ji min re digot: ‘Heke ez êşên ku min dîtine ji te re bibêjim, tuyê tayek por bi serê xwe ve nehêlî. Pirtûk têra gotinên min nakin.’ Dayika min her tim xwe ciwan didît, tu carî qebûl nedikir ku pîr bûye. Her tim di nav lêgerînekê de bû. Pir fedakar bû û girêdayî têkoşînê bû. Tenê xwe wekî dayika me nedidît. Digot 'ez dayika hemû zarokên têkoşer im'. Dema qedexe çêbû, ger ji wan ciwanên ku jê re digot 'zarokên min' qut bubûna, dê jiyana xwe ji dest nedaya, lê wijdana wê ew bernedan.”
 
'HETA NEFESA XWE YA DAWÎ LI SER SOZA XWE MA'
 
Şaristan Alganê bi bîr xist ku dayika wê di sala 1993’yan de di teqîna mayînê de du zarokên xwe winda kirine û wiha pê de çû: “Ji wan 7 zarokan 2 jê yên dayika min, 3 jê jî biraziyên wê bûn. Du zarokên din jî yên cîranan bûn. Niha her heft zarok di heman gorê de ne. Cenazeyên wan ên perçebûyî bi destên xwe kom kirin. Her çend dewlet bêje me nekiriye jî, em dizanin ku dewletê kiriye. Keçeke dayikê (Hezne Înan) jî li dijî zextan tevli têkoşînê bû. Ew di jêrzemînan de hat şewitandin. Dayika min sozek dabû keça xwe û hevalên wê, heta nefesa xwe ya dawî li ser wê sozê ma. Em jî li ser soza dayika xwe ne. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wê derkevin.”
 
BANGA YEKITIYÊ JI BO KURDAN
 
Şaristan Alganê bertek nîşanî biryara AYM’ê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet tu carî komkujiyên ku dike qebûl nake. Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin. Heta em kujeran nebînin, em ê li her derî bigerin. Me her dem aştî xwest û em ê her dem bibêjin aştî. Dewletê bi qetilkirinê gelê Kurd neqedand û dê nikaribe biqedîne. Îro mase hatiye danîn. Divê daxwazên Kurdan guhdar bikin. Kurdan berdêlên giran dan û ji têkoşîna xwe venagerin. Bêyî aştiyê tu vebijarkek nîn e. Em spasiya hemû gelê Kurd ê birûmet dikin ku dayika min ji bîr nekirin. Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Divê Kurd li her derî bibin yek. Heger em nebin yek, em ê yek bi yek tune bibin.”
 
MA / Emrullah Acar    
 

Sernavên din

11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne
09:03 Sala 2025'an banga statuya ji bo Kurdî bilind bû
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN
16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû