KCD’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da

  • rojane
  • 12:35 13 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED – KCD’ê têkildarî rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an daxuyanî da û yên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî rojiya mirinê ya li Jimara 5’an a Zîndana Amedê di 14’ê tîrmeha 1982’an de daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: 
 
“Îro salvegera 36’emîn a 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin ku di dîroka têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digire. Di 36’emîn salvegera ev berxwedana dîrokî de careke din di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar a li hemberî hemû muxalefet, demokrat-şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê dabû destpêkirin hewl da muxalefeta civakî û bi taybetî jî têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike.
 
Operasyonên bi vê armancê dabûn destpêkirin bi dehezaran welatparêz, demokrat û şorşeger binçav kirin û piştî îşkenceyên hovane wan girtin. Di zindanan de jî bi îşkeceya hovane xwestin wan teslîm bigirin.
Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê projeya ku bi îşkence û çewisandinê civakek yektîp ava bike bû. Ligel ku di ser vê de 38 sal derbasbûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê  derketiye, bi polîtîkayên kûr û zirav her kesî wekî wê nafikire dijmin dibîne û  hewl dide wan tune û tasfiye bike. 
 
Armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK’ê, kurdperwer û demokratên kurd ên li zindanên Kurdistanê de radigirt, gelê kurd û têkoşîna azadiyê tune bike.
Li cihê ku îşkence û berxwedan lê geş bû Zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di Zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de Zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslimiyetê kir. 
 
Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di Zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya îşkenceya hovane û pêkanînên dermirovahî li ser wan dihat meşandin, kirin. Bi îşkenceyên hovane re polîtîkaya “îtirafkariyê” li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.
 
Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin de bi pêşengiya Berxwedana Zindana Amedêi li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya diktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist, bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek girt, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser piyan ket nava liv û tevgerê.
 
Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlum Dogan ê ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’an geş kiribû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, û Eşref Anyik ê di 17’ê gulana 1982’an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a k udi 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê tacîdar kirin. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere şand sergoya dîrokê.
 
Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.
 
Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand,felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.
 
Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbaweriyê ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşînali dijî xiyanet û teslîmkariyê.
Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bi rû mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîka va dike û ev yek pêk aniye . Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e. 
 
Bi vê bîr û baweriyê, em bi minêtdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê debarê de tînin ziman.” 
 

Sernavên din

16/07/2018
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye
09:12 Qirêjkirina robar welatiyên taxan û kesên tên betlanê dixe nava fikaran
09:11 Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin
09:10 Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû
09:09 Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye
09:08 Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome
09:07 Malbata koçer 20 salin bi şîr debarê dike
09:07 Pergala nû neqeba wekheviya navbera jin û mêr kûrtir dike
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN
15/07/2018
22:07 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan sibê derdikeve pêşberî dadgehê
21:00 Helbestvan Rêdûr Dîjle bi xwînerê xwe re hat cem hev
19:42 Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 16 kes binçav kirin
19:42 Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî
18:02 Xwendekara kurd a hat binçavkirin cenazeyê wê yê şewitîbû hat dîtin
17:21 Xwepêşandanên li Iraqê didomin
17:07 Kampanya ‘#ŞuleÇetİçinAdalet’ dan destpêkirin
15:30 Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin
15:00 Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin
14:21 Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin
13:39 Li Bagcilarê ji bo 392 zarokên ducanî bûn serî li dadgehê nedan
12:29 Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm
11:17 Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû
11:15 Li Wanê 2 kes hatin kuştin 3 polîs birîndar bûn
10:44 Gelên Bakurê Sûriyeyê şoreşa xwe piroz dikin
10:22 Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan 5 rektor tayînî zanîngehan kir
09:53 Parêzer Şîmşek: Nîqaşa xesandinê, tecawizê rewa dike
09:36 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin
09:16 Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere
09:14 Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê
09:12 Çîçek: Divê rojnameger peyvê xwe her dem lêpirsîn bike
09:10 Şanoger Masatçi: Ger ku huner ne azad be civak jî ne azad e
09:07 Wek zarokan li darê fistiqan dinêrin, lê zerar dikin
09:05 Texrîbata li Geliyê Dîcle ji taxrîbata Sûrê meztir e
09:04 Cotkarên garis: Kar û zerara me hev dernaxe
09:02 Katircioglu: Heta ev hişmendî neyê guhertin ev çexr nazîvire
09:02 ‘OHAL û zext însanan feqîr dike’
09:01 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2018'AN
14/07/2018
20:15 Karkerên Flormar: Heta dawî em dê li ber xwe bidin
16:14 'Divê Firat ê nikare bi tena serê xwe xwarin bixwe, bê berdan’
15:31 Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin
15:29 Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Surucu: Dewlet berpirsê îstîsmarê ye
15:29 ‘Leyla Guven demildest berdin’
14:57 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ji bo Vedat Aydin edalet xwest
14:42 Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin
14:40 'Di aştiya Kolombiya de jinê heqîqet derxistin holê'
14:31 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsî
13:23 Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan
13:11 Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin
13:10 Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin
12:30 Kemalbay a HDP'î: Bi biryara Soma edalet bin ax kirin
11:15 Li Iraqê xwepêşand mezin dibin: Li Necefê dest danîn ser balafirgehê
10:54 BTK'ê xwest li JINNEWS’ê doz bê vekirin
10:34 Teqawîd ne mirî ne û ne jî dijîn
10:09 Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin
10:07 Fîtcê nota krediya Tirkiyeyê daxist
09:50 Li Amedê êrîşa çekdarî: 2 kes mirin, kesek birîn bû
09:35 Aktar: Di dozên polîtîk de dê qîmeta parastinê nemîne
09:34 Parêzerê Soma Atalay: Em ê serî li dadgeha Îstînafê bidin
09:13 Ji ber bêhna angûsan Îskenderûnî nizanin dê çi bikin
09:12 Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir
09:11 Dozger bersiva nameya AGÎT'ê da: Nivîsandina 'berxwedan'ê sûc e
09:10 Pira Hûrkanê ku şîr tev li xerca wê hatiye kirin hîn jî wek berê ye
09:09 Êdî dewlemend jî nikarin pîvaza hişk bikirin
09:09 Di mehekê de 4 kes fetisîn, lê hîn jî tevdîr nehatine girtin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2018'AN
13/07/2018
20:23 Hersê birayên ku cerdevanan ew kuştin dê bên veşartin
15:44 Baroya Amedê: Rastî we bêdeng dike gelo?
15:43 Cenazeyên 3 bira rakirin saziya tipa edlî
14:46 Edîtora JINNEWS’ê: Serdegirtin dê me têk nebin
14:37 Bersûcê doza TIR’ên MÎT’ê yê fermandar hat binçavkirin
14:06 Koma Jinan a HDP’ê: Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin
13:46 Atay ji bo gelê Îskencerunê spas kir
13:45 Rojnamegerek ceza kirin û rojnamegerek beraet kirin
13:32 Ji ber 21 sal cezayê girtîgehê lê birîn name nivîstand
13:10 ‘Dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike’
12:43 Li Edeneyê xelata asansorê qetiya: 3 karker birîndar bûn
12:35 KCD’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da
12:34 Cerdevanan li Pirsûsê 3 bira kuştin
12:11 Li Hatay û Rihayê binçav kirinên medya civakî
12:10 Arîna yek salî ya li girtîgehê nabin nexweşxaneyê
11:43 Zarokê di bin dîwar de ma defin kirin
11:42 TJA: Pergala nû ji bo jinan hinceta mezinkirina têkoşînê ye
11:41 Bîlîcî: Yên feramana Roboskî dan hatin xelatkirin
11:21 Hunermendê kurd Elî Temel 24 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî
10:39 Derket holê ku cezayê dîsîplînê li polîsên ‘Doza Panzêrê’ hatiye birîn
10:38 Serokê OTK ê ODTU Gur yê hat binçavkirin û berdan: Me peyam girt
10:36 Li Farqînê pevçûn: Cerdevanek hat kuştin
10:17 Parlamenterê HDP'ê Eksik: Têkildarî Wezîrê Tenduristiyê fikarên me hene
09:21 ‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'
09:18 Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne
09:17 OHP: Jiyana yektîpî li girtiyan ferz dikin
09:17 Eren Keskin: Duh Çîller-Agar, îro jî Soylû
09:16 Tirpankêşê 35 salan: Tenê hêviya min dest û milên min in
09:15 Mehmet Ocalan: Çav û guhê milyonan li Îmraliyê ye
09:14 Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN