KCD’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da 2018-07-13 12:35:07   AMED – KCD’ê têkildarî rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an daxuyanî da û yên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî rojiya mirinê ya li Jimara 5’an a Zîndana Amedê di 14’ê tîrmeha 1982’an de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    “Îro salvegera 36’emîn a 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin ku di dîroka têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digire. Di 36’emîn salvegera ev berxwedana dîrokî de careke din di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.    Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar a li hemberî hemû muxalefet, demokrat-şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê dabû destpêkirin hewl da muxalefeta civakî û bi taybetî jî têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike.   Operasyonên bi vê armancê dabûn destpêkirin bi dehezaran welatparêz, demokrat û şorşeger binçav kirin û piştî îşkenceyên hovane wan girtin. Di zindanan de jî bi îşkeceya hovane xwestin wan teslîm bigirin. Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê projeya ku bi îşkence û çewisandinê civakek yektîp ava bike bû. Ligel ku di ser vê de 38 sal derbasbûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê  derketiye, bi polîtîkayên kûr û zirav her kesî wekî wê nafikire dijmin dibîne û  hewl dide wan tune û tasfiye bike.    Armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK’ê, kurdperwer û demokratên kurd ên li zindanên Kurdistanê de radigirt, gelê kurd û têkoşîna azadiyê tune bike. Li cihê ku îşkence û berxwedan lê geş bû Zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di Zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de Zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslimiyetê kir.    Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di Zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya îşkenceya hovane û pêkanînên dermirovahî li ser wan dihat meşandin, kirin. Bi îşkenceyên hovane re polîtîkaya “îtirafkariyê” li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.   Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin de bi pêşengiya Berxwedana Zindana Amedêi li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya diktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist, bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek girt, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser piyan ket nava liv û tevgerê.   Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlum Dogan ê ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’an geş kiribû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, û Eşref Anyik ê di 17’ê gulana 1982’an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a k udi 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê tacîdar kirin. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere şand sergoya dîrokê.   Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.   Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand,felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.   Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbaweriyê ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşînali dijî xiyanet û teslîmkariyê. Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bi rû mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîka va dike û ev yek pêk aniye . Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.    Bi vê bîr û baweriyê, em bi minêtdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê debarê de tînin ziman.”