ÊLIH - Bawer Erîşen ê ku pirtûka wî ya "Sembolîzm" bi zimanê Kurdî hatiye weşandin, bandora tevgera sembolîzmê ya ku di sedsala 19'an de li Fransayê derketiye holê, li ser wêjeya Kurdî vedikole.
Mamoste-Nivîskar Bawer Erîşen, di sala 2020'î de li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê di Beşa Kurdolojiyê de dest bi bernameya Lîsansa Bilind kiriye. Erîşen, ji bo teza xilaskirina Lîsansa Bilind li ser Kurdî xebatên curbecur kiriye. Nivîskar Erîşen, piştî ku di sala 2023'yan de mezûn bû, ev xebatên xwe bi navê "Sembolîzm" kiriye pirtûk.
DÎROKA SEMBOLÎZMÊ
Nivîskar Erîşen di pirtûka xwe de, bandora sembolîzm û tevgera sembolîzmê ya li ser helbesta nûjen a Kurdî vedikole. Nivîskar tevgera sembolîzmê di çarçoveyeke teorîk de bi cih dike û bandora wê ya li ser helbesta Kurdî ya nûjen; di helbestên Berken Bereh, Fatma Savcî, Selîm Temo, Ehmed Huseynî, Gulîzer û Rênas Jiyan de di çarçoveya sembolan de û bi rêya têgehên xwezayî dinirxîne. Nivîskar di xebata xwe de, bi rêya lêkolînê analîza dokumnetan û xwendina naveroka helbestên helbestvanan bi kar aniye.
Pirtûk ji du beşan pêk tê; di beşa yekem de têgeha sembolê, koka sembolîzmê, dîrok, çavkanî û taybetmendiyên wê, têkiliya di navbera sembol û edebiyatê de, jiyana nûnerên sembolîzmê û helbestên ku di avabûna sembolîzmê de rol lîstine cih digirin. Di beşa duyem de jî cih daye jiyana helbestvanên Kurd ên ku mijara xebatê ne, têgeh/sembolên hevpar ên ku helbestvan li ser sekinîne, temsîla ferhengî ya van têgehan û wateyên sembolîk ên ku li van têgehan hatine barkirin. Herwiha di vê beşê de analîz û nirxandinên helbestan jî cih digirin.
BANDORA SEMBOLÎZMÊ LI SER EDEBIYATA KURDÎ
Erîşen der barê pirtûka xwe ya nû de axivî û anî ziman ku sembolîzm di qada edebiyatê de di sedsala 19'an de li Fransayê derketiye holê û hemû berhemên edebî yên cîhanê ji vê rewşê bandor bûne û ev tişt got: "Helbet vê yekê di Kurdî de jî bandora xwe nîşan daye. Min jî ev berhem, bi tevgera ji bikaranînên sembolîk ên 6 nivîskaran (Berken Bereh, Fatma Savcî, Selîm Temo, Ehmed Huseynî, Gulîzer, Rênas Jiyan) ên di 'Edebiyata Kurdî ya Nûjen' de, bi awayekî pratîk analîz kir."
'JI BER KU ZIMANÊ MIN Ê DAYIKÊ KURDÎ YE MIN PIRTÛK BI KURDÎ NIVÎSAND'
Erîşen diyar kir ku ji ber hemû jiyana wî bi Kurdî ye wî pirtûk bi Kurdî nivîsandiye û destnîşan kir ku pirtûk ji bo kesên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin û li ser vê yekê xebatên akademîk dikin, çavkaniyek e. Erîşen rave kir ku pirtûka wî ji bo kes an komên ku di lêgerîneke edebî ya pêşxistina ziman de ne wiha pê de çû: "Ez hêvî dikim ku ev berhema min li ser xebat kiriye, di salên pêş de ji bo kesên ku dê li ser vê mijarê xebatan bikin bibe pirek. Wê rê li ber xebatên akademîk ên der barê zimanê Kurdî de veke."
BANDORA SIYASETÊ YA LI SER ÇAND Û HUNERÊ
Erîşen anî ziman ku di demên dawî de rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn guheriye û ev guherîn di qada civakî de li ser çand, huner û ziman jî bandor kiriye û wiha gotina xwe bidawî kir: "Ji ber vê yekê, ji bo ku gelê Kurd xwe ji çerxên bişaftinê rizgar bike, divê bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û biaxivin.Ez hêvî dikim ku ev xebat ji bo xwînêr û kesên ku dixwazin di vê qadê de xebatan bikin bibe çavkaniyek."
MA/Ozan Bayindir
