AMED - 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê di roja çaremîn de bi eleqeye xurt berdewam dike.
Bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi organîzetoriya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê 3'yemîn Festîvala Filman a Amedê ya Navneteweyî di roja 4'emîn de berdewam kir. Festîvala Fîlman a Amedê navbera 7-14'ê Kanûnê de tê lidarxistin. Di roja çaremin de temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî fîlman dan. Herwiha roja çaremîn a festîvalê bi temaşekirina 11 fîlman bi dawî bû.
Di roja çaremîn a festîvalê de fîlmên “Wîld Summon” ku derhêneriya wî Saul Freed kiriye, fîlma “Damn Employer” ku derhêneriya wî Kiumars Sobahanî kiriye, fîlma “Apneas” ku derhêneriya wî Nîkolas Panay kiriye, fîlma “Iraq’s Insivible Beuty” ku derhêneriya wî Jurgen Buedts-Sahim Omer Kalifa kirine, fîlma “Baghdad Messî” ku derhêneriya wî Sahim Omer Kalifa kiriye, fîlma “The Vîrgîn And Chîld” ku derhêneriya wî Binevşî Bêrîvan kiriye, fîlma “Xalko” ku derhêneriya wî Samî Mermer-Hînd Benchekroun kirine, fîlma “Payê Min Toz Şeker” ku derhêneriya wî, Sedat Bariş kiriye fîlma “Pace” ku derhêneriya wî Rezzan Bayram kiriye, fîlma “Vejîna Perperikê” ku derhêneriya wî Mîr Mustafa Baydemîr kiriye, fîlma “Your Touch Makers Others Invîsible” ku derhêneriya Rajî Samarasinghe kiriye hatin temaşekirin.
Piştî nîşanda kurtefîlma Piyê Min Toz Şeker ê Sedat Bariş, li ser fîlmê gotûbêj hat kirin û xelat hat dayîn.
Di roja pêncemîn a festîvalê de dê kargehek bê lidarxistin û 7 fîlm bên nîşandan.
