AKP hewl dide OHAL’ê mayinde bike

  • rojane
  • 12:20 12 Tîrmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Îktîdara AKP'ê ku beriya hilbijartinê soza OHAL’ê rake da, lê naxwaze derkefên kedine destê xwe, ji destê xwe berde. Îkdîdara AKP'ê hewl dide ku OHAL’ê  mayinde bike. AKP, dixwaze bi guhertinên nû diwawaze OHAL’ê li gorî herêma îlan bike. Dixwaze herêmên ewle jî bike zagonî. 
 
Hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê soz da ku OHAL'ê rake. Lê piştî hilbijartin bi dawî bû dîsa hewl dide OHAL'ê bi rê û rêbazên cuda dirêj û mayinde bike. Hikûmet, ji bo OHAL'ê mayinde bike li farmul û rêbazên cuda difikire. Hewl dideku navê OHAL’ê rake jî bi rêbaz û zagonan naveroka ê mayinde bike. Erdogan di civîna vê hefteyê de dîsa anî rojevê. Li gorî hin nivîskarên rojnameyên nêzî AKP’ê, di civînêde hin sazumankaran amadekarî nekerine. Hin beşên AKP'ê israr dikin ku OHAL demek din jî berdewam bike. Hin beş jî dixwazin soza ku li qadan dane pêk bînin û OHAL’ê rakin. Dîsa dixwazin Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ji kok ve biguherînin. 
 
 
BIRYARA OHALÊ MAYINDE BIKIN
 
Di civînê de biryar dan ku li şûna OHAL'ê di TMK'ê de guhertinan çêkin û TMK'ê bi vê guhertinê di Meclîsê re derbas bike. Ji ber vê yekê jî AKP ewil dixwaze li şûna li gorî daxwaza Yekîtiya Ewropa ya TMK'ê nerm bikin, dijberî wê TMK'ê bêtir hişk bikin.  Di gunertina zagonî ya ji nêzî 100 xalan pêk tê, piştî rêveberiya meclîsê û komîsyon hatin hilbijartin dê têxin rojevê. Li bendê ye ku di hefteya pêş de têxin rojeva meclîsê. Hewl didin ku li şûna OHAL'a li Tevahiya Tirkiye li gorî herêman têxin meriyetê. An jî Herêmên Ewle bikin zagonî. 
 
DÊ ERKA RÊVEBERIYA KRÎZÊ BIDIN WALΠ
 
Li dijî 'Bûyerên terorê' yên mezin dê karibin OHAL'ê îlan bikin. Hikûmet dixwaze vê erkê dewrî wezîrên eleqeder ango walî û qeymeqaman bike. Wali dê karibin Rêveberiya Krîza Herêmî îlan bikin. Walî bixwaze bi hinceta "Terorê" dikare herêmên ewle û herêmên qedexe îlan bike. Dîsa dê karibe saziyan bi hinceta  propaganda kiriye bigire. Kengî bixwaze dikare ferman bide ku li maşîne, malan lêgerîn bike. Dikare guhdar bike û işopîne. 
 
Bi KHK'ya ku li wezaretê hat rojevê erka Wezîrê Karên Hundir ji nûve hat rastkirin û pênasekirin. AKP'ê li ser medya xwe aşkere kir ku OHAL'a qismî û bi vê yekê nişan dide ku dixwaze bi rêbazên cuda OHAL'ê mayinde bike. 
 
Bi guhertinên dawî armanc dike ku OHAL'ê rake, lê kengî pêdivî pê bibîne dê dîsa li herêma dixwaze îlan bike. 
 
 
MA / Kenan Kırkaya
 

Sernavên din

21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'