AKP hewl dide OHAL’ê mayinde bike 2018-07-12 12:20:07   ENQERE - Îktîdara AKP'ê ku beriya hilbijartinê soza OHAL’ê rake da, lê naxwaze derkefên kedine destê xwe, ji destê xwe berde. Îkdîdara AKP'ê hewl dide ku OHAL’ê  mayinde bike. AKP, dixwaze bi guhertinên nû diwawaze OHAL’ê li gorî herêma îlan bike. Dixwaze herêmên ewle jî bike zagonî.    Hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê soz da ku OHAL'ê rake. Lê piştî hilbijartin bi dawî bû dîsa hewl dide OHAL'ê bi rê û rêbazên cuda dirêj û mayinde bike. Hikûmet, ji bo OHAL'ê mayinde bike li farmul û rêbazên cuda difikire. Hewl dideku navê OHAL’ê rake jî bi rêbaz û zagonan naveroka ê mayinde bike. Erdogan di civîna vê hefteyê de dîsa anî rojevê. Li gorî hin nivîskarên rojnameyên nêzî AKP’ê, di civînêde hin sazumankaran amadekarî nekerine. Hin beşên AKP'ê israr dikin ku OHAL demek din jî berdewam bike. Hin beş jî dixwazin soza ku li qadan dane pêk bînin û OHAL’ê rakin. Dîsa dixwazin Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) ji kok ve biguherînin.      BIRYARA OHALÊ MAYINDE BIKIN   Di civînê de biryar dan ku li şûna OHAL'ê di TMK'ê de guhertinan çêkin û TMK'ê bi vê guhertinê di Meclîsê re derbas bike. Ji ber vê yekê jî AKP ewil dixwaze li şûna li gorî daxwaza Yekîtiya Ewropa ya TMK'ê nerm bikin, dijberî wê TMK'ê bêtir hişk bikin.  Di gunertina zagonî ya ji nêzî 100 xalan pêk tê, piştî rêveberiya meclîsê û komîsyon hatin hilbijartin dê têxin rojevê. Li bendê ye ku di hefteya pêş de têxin rojeva meclîsê. Hewl didin ku li şûna OHAL'a li Tevahiya Tirkiye li gorî herêman têxin meriyetê. An jî Herêmên Ewle bikin zagonî.    DÊ ERKA RÊVEBERIYA KRÎZÊ BIDIN WALΠ   Li dijî 'Bûyerên terorê' yên mezin dê karibin OHAL'ê îlan bikin. Hikûmet dixwaze vê erkê dewrî wezîrên eleqeder ango walî û qeymeqaman bike. Wali dê karibin Rêveberiya Krîza Herêmî îlan bikin. Walî bixwaze bi hinceta "Terorê" dikare herêmên ewle û herêmên qedexe îlan bike. Dîsa dê karibe saziyan bi hinceta  propaganda kiriye bigire. Kengî bixwaze dikare ferman bide ku li maşîne, malan lêgerîn bike. Dikare guhdar bike û işopîne.    Bi KHK'ya ku li wezaretê hat rojevê erka Wezîrê Karên Hundir ji nûve hat rastkirin û pênasekirin. AKP'ê li ser medya xwe aşkere kir ku OHAL'a qismî û bi vê yekê nişan dide ku dixwaze bi rêbazên cuda OHAL'ê mayinde bike.    Bi guhertinên dawî armanc dike ku OHAL'ê rake, lê kengî pêdivî pê bibîne dê dîsa li herêma dixwaze îlan bike.      MA / Kenan Kırkaya