STENBOL - Faîk Çîrîk ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Çîrîk, got: “Heta ku Rêbertiya me di Girtîgeha Îmraliyê de be em ê azad nebin.”
Faîk Çîrîk ku di sala 1995’an de li Mêrsînê hate girtin û cezayê muebbedê lê hate birîn, piştî 30 salan ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bandirmayê hate berdan. Çîrîk, li pêşiya girtîgehê ji hêla endam û rêveberên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê û malbata xwe ve hate pêşwazîkirin.
Çîrîk, bi çepik, tililî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Çîrîk, li vir axaftineke kin kir û got: “Her çend hatim berdan jî hêj di girtîgehan de bi hezaran girtî hene. Ya herî girîng jî ew e ku heta Rêbertiya me di Girtîgeha Îmraliyê de be, em ê azad nebin. Ji ber ku Rêbertiya me rûmeta me ye, her tiştekî me ye. Dixwazim bangî ciwanan bikim; xwe birêxistin bikin û yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku em tenê dikarin Rêbertiya xwe bi rêxistiniyeke xurt ji girtîgehê derxînin.”
