NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Efrîqaya Başûr Ramaphosa, îdiaya Trump a “qirkirina çermspiyan” red kir û got ku îdiayên bêbingeh in.
Serokê DYA’yê Donald Trump, îdia kir ku çermspiyên li Efrîqaya Başûr rastî qirkirinê tên û axa wan tê desteserkirin. Trump, bi heman hincetê tev li Lûtkeya Lîderan a G20’ê ya di navbera 22-23’yê Mijdarê de li Johannesburgê hatibû lidarxistin nebûbû.
Serokkomarê Efrîqaya Başûr Cyril Ramaphosa têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku ji ber tevlinebûna Trump a Lûtkeya Lîderan a G20’ê xemgîn bûye û got: “DYA îdiayeke bêbingeh dike û dibêje Efrîqeya Başûr li dijî dijî gelê Efrîqanerê qirkirinê dike û axa çermspiyan tê desteserkirin. Ev îdiayên bêbingeh, cihê xemgîniyê ne. Ev yek, agahiyeke xelet a aşkera ya li dijî welatê me ye.”
Ramaphose, têkildarî biryara Trump ku dê Efrîqeya Başûr venexwîne Lûtkeya Lîderan a G20’ê ya di sala 2026’an de li Mîamiyê were lidarxistin jî got: “Welatê me yek ji endamên damezirîner a G20’ê ye.” Ramaphose, got tevî agahiyên xelet jî ew dixwazin têkiliyên dostane bi DYA’yê re bimeşînin.
