Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye

  • rojane
  • 09:01 28 Mijdar 2025
  • |
img
MÊRSÎN - Cîgirê Şaredarê Akdenîzê parêzer Ozgur Çaglar ku hat berdan, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re qonaxeke hiqûqî ye û xwest ku demildest gavên qanûnî werin avêtin da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde.
 
Pêvayoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de dest pê kir, di warê domandina şert û mercên bê pevçûn û avakirina mekanîzmayên lihevhatina civakî de ket qonaxeke nû. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di bin banê meclisê de hat avakirin, di encama têkiliyên xwe de çû Girava Îmraliyê û yekem civîna xwe ya fermî bi Abdullah Ocalan re li dar xist. Ev civîn wekî qonaxeke nû ya qanûnî û siyasî di demokratîkbûna Tirkiyeyê de tê hesibandin. Parêzer Ozgur Çaglar, Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Cîgirê Şaredarê berê yê Şaredariya Akdenîzê, hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re wekî "pêdiviyeke xwezayî, rewa û hiqûqî" bi nav kir.
 
Çaglar ku di 13'ê Çileya 2025'an de dema ku wekî cîgirê şaredarê Şaredariya Akdenîzê kar dikir û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin û paşê hat girtin, di 31'ê Cotmehê de hat berdan. Çaglar, destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, divê qanûnên entegrasyonê werin derxistin, girtîgeh werin valakirin û mafê hêviyê were naskirin.
 
Çaglar, diyar kir ku biryara komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re gaveke rewa ye, li gorî avaniya wê ya hiqûqî û got: "Komîsyon komîsyoneke fermî ye. Komîsyoneke qanûnî ye. Bi temamî xwezayî, normal û qanûnî ye ku meriv bi kesê ku muxatabê pirsgirêka Kurd e ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ya 50 salên dawî ye û gel wekî îradeya xwe destnîşan kiriye, re hevdîtinê bike. Mixabin, CHP'ê di şandeya komîsyonê ya ji bo Îmraliyê de cih negirt. Diyar kir ku ew ê endaman li şandeyê zêde neke lê dê di komîsyonê de bimîne û xebata xwe bidomîne. Em dikarin bibêjin ku vê biryarê di me hemûyan de şikestineke hestyarî çêkiriye. Di salên dawî de, me di nav CHP'ê de guhertin û veguherînek dît, nemaze dema ku em li ber çavan digirin ku di hilbijartinan de bi partiya me re tifaqên stratejîk çêkirine. Bi berçavgirtina vê yekê, redkirina CHP'ê ya dabînkirina endamek ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ku em wî wekî muxatabê vê meseleyê dibînin, di heyameke ku em ewqas girîng dibînin de, me hemûyan pir xemgîn kiriye. Di dîrokê de, ev gavek xelet bû ji aliyê CHP'ê ve. Biryara CHP'ê ya nedana endamek ji bo şandeyê ji me hemûyan re eşkere kir ku nêzîkatiya wê çiqas sade, rûberî û li ser hesabên siyasî yên rojane ye."
 
Çaglar ku çareseriya pirsgirêka Kurd wekî astengiya bingehîn a demokratîkbûna civakî û siyasî li Tirkiyeyê pênase kir, diyar kir ku ev yek dê ji bo hemû beşên civakê destkeftiyeke hevpar bi xwe re bîne û CHP di damezrandina vê pêşbîniya dîrokî û siyasî de zehmetiyan dikişîne.
 
‘DIVÊ GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN'
 
Çaglar diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê qonaxê de berpirsiyariyên xwe bi cih aniye, lê dewletê hîn gavên berbiçav neavêtine. Çaglar destnîşan kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re erênî bûye lê divê ev yek berdewam bike. Çaglar got: "Îro biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên li girtîgehan jî di pêvajoyê de nehatine nîşandan. Cezayên hevalên me yên di girtîgehê de hîn jî bi biryara lijneyê tên dirêjkirin. Biryarên berdanê nayên dayîn. Divê qanûnên entegrasyonê demildest werin derxistin. Divê qanûnên ku astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk ji holê rakin werin derxistin. Divê her kesê ku ji ber pirsgirêka Kurd girtî ye were berdan. Ger em behsa aştiya rastîn û demokratîkbûnê bikin, divê pêşî girtîgeh werin valakirin û divê qanûnên entegrasyonê werin derxistin da ku endamên rêxistinê karibin vegerin welêt."
 
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ PÊKANÎN'
 
Çaglar diyar kir ku divê mafê hêviyê wekî mafekî bingehîn ê mirovan were hesibandin û di îçtihada PMME û DMME'yê de yek ji mafên herî bingehîn e. Çaglar bilêv kir ku ev maf ne tenê ji bo kesan, di heman demê de ji bo her kesî di asta civakî de jî derbas dibe û ew rêziknameyek e ku divê bi lezgînî were bicîhanîn. 
 
MA / Abdulkadîr Ayten

Sernavên din

09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
22:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
15:39 ‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
14:29 Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
14:18 Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
13:43 Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
13:40 Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
13:28 Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin
12:39 Girtiyên Apoyî: Em cejna avakirina sosyalîst bi kelecan pêşwazî dikin
12:38 Belavkarê Ozgur Gundemê Işik li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ hate vekirin
12:00 ‘Em dixwazin piştgiriya ciwanên Başûr ji Rêber Apo re bibêjin’
11:28 'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’
11:20 Di bûyera 3 kesên li Qoserê hatibûn kuştin de kesek hate girtin
10:56 Komîsyona Meclisê dê di 4’ê Kanûnê de bicive
10:53 Cînayeta belavkarê rojnameyê Işik 32 sal in nehatiye ronîkirin
10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin