ENQERE – Sekreterê Tevgera Ciwanan a PSDK’ê Salar Abdurrahaman a ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê dabû, got: “Daxwaza me ya ji serdana Rêber Apo ew e ku em bi wî re piştgiriya ciwanên Başûr bibêjin.”
Endamên Tevgera Ciwanan a Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) ya li Herêma Federe ya Kurdistanê xebatan dike, duh ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabûn. Sekreterê Tevgera Ciwanan a PSDK’ê Salar Abdurrahaman, têkildarî serlêdanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Abdurrahman diyar kir ku ew wek komek bi partiyên siyasî ên li Silêmaniyê ji bo pişgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine Tirkiyeyê û ev tişt got: “Armanca hatina me yek jê ew bû ku em rewşa rêveçûna pêvajoya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê fêr bibin û pêvajoyê çawa dinîrxînin. Me armanca xwe ya yekemîn a serdanê pêk anî. Niha jî em hatin Enqereyê, me xwest em piştgiriya xwe li vir deklare bikin.”
‘JI BO EM PIŞTGIRIYA CIWANÊN BAŞÛR BIBÊJIN’
Abdurahman, qala daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Armanca daxwaza me ya hevdîtina bi Rêber Apo re, şopandina rewşa wî ya tenduristiyê, ji cenabê wî guhdarîkirina pêvajoyê bû. Heta niha ciwanên Başûrê Kurdistanê roleke çalak nelîstiye. Hêviya min ew e ku ciwan ji bo azadî, demokrasî û hiqûqê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Ez bawer im ku dê badora vê pêvajoyê li her deverî bike.”
‘HER KES GUH DIDE RÊBER APO’
Abdurrhman, bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a têkildarî geşedanên Rojhilata Navîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “A rast, li tevahiya Kurdistanê gel qîmeteke mezin dide Rêber Apo û cihê wî cuda ye. Gel guh didin gotinên wî. Di vê pêvajoya demokratîk de gelê Kurd dê li herêmê rolên xwe bicî bînin.”
‘EM Ê BERPIRSIYARIYÊN XWE BICIH BÎNIN’
Abdurrahman, desntîşan kir ku wek ciwanên Kurd dê pişgiriyê bidin gelê Kurd û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em wek ciwanên Kurdistanê her tim bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de bûn. Em ê wek tevgereke sîvîl berpirsiyariyên xwe bicih bînin. Herwiha partiya me jî ji bo pişgriyê dê gavên pêwîst biavêje.”
MA / Omer Gungor
