Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir

  • rojane
  • 09:09 27 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Serokê Weqfa Tahîr Elçî Mahsûm Bati got: "Mercên bê pevçûn, bê şer, bê çek xeyala Tahîr Elçî bû. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."

Deh sal di ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re derbas bûn. Elçî, di 28'ê Mijdara 2015'an de, dema ku li navçeya Sûr a Amedê li ber Mînareya Çar Ling daxuyanî dida, hat qetilkirin. Tevî ku gelek rojnameger û komên foto-fîlmê yên emniyetê li wir bûn û dîmen dikişandin jî, kiryarên Elçî bêceza man. Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê qetilkirina Elçî de lêpirsîneke xurt nekir û piştî têkoşîna Baroya Amedê û parêzerên doza Elçî, piştî 4 sal û nîvan îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji bo polîsên bi navê Mesut Sevgî, Fuat Tan û Sînan Tabur bi sûcê "bi zanebûn bûne sedema mirinê" ceza hat xwestin. 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di biryara xwe ya 12'ê Hezîrana 2024'an de bi îdiaya ku "delîlên têr û dûrî şik û gumanan tune ne ku bersûcan ev sûc kirine" biryara beraetê da. Biryara ji bo Dadgeha Îstînafê ve hat veguhezandin, ji aliyê 10'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ve hat redkirin. Parêzeran di 24'ê Çileyê de ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdan kirin. Lêkolîna AYM'yê ya li ser dosyeyê didome.
 
'DIGIHÎŞT HER DERÊ'
 
Serokê Weqfa Tahir Elçî Mahsûm Bati, pêşketinên di 10'emîn salvegera qetilkirina Elçî de nirxand û diyar kir ku wî Elçî di sala 1996'an de nas kiriye û li cem wî stajyerî kiriye û ev tişt got: "Dema ez stajyer bûm, ew bixwe jî parêzerekî ciwan bû. Pir bicoş bû, şopandina wî ya fikrî xurt bû û digihîşt her derê. Min wisa texmîn dikir ku ev rewş ji ber ciwaniya wî ye; lê her ku sal derbas bûn, ez têgihiştim ku karaktera wî bi xwe ev e. Her tim bi kelecana roja ewil nêzî meseleyan dibû. Bi saya şopandina xwe ya fikrî, gelek doz ronî kirin."
 
Bati rave ku Elçî alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên derveyî şer bû û wiha pê de çû: "Wî gelek caran anî ziman ku divê ev mesele bi rêbazeke derveyî pevçûn û tundiyê bê çareserkirin. Jixwe daxuyaniya wî ya herî dawî ya beriya wefata wî jî li ser vê yekê bû. Ew aramî û refaha civakê bi giştî difikirî, xeyala wî civakeke bêpevçûn û bextewer bû. Heke ne wisa bûya, ji bo berhemeke dîrokî nediçû wir û daxuyanî nedida. Ew mirovekî wisa bû ku bi awayekî giştî nêzî çand û dîroka Kurdan dibû."
 
Bati kêmasiyên di pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya piştî qetilkirina Elçî rêz kirin û bi bîr xist ku di dîmenên kameraya foto-fîlmê de 12 saniye kêm in, kabsûlên guleyan di dema qedexeya derketina derve de nehatine komkirin û hatiye îdiakirin ku kameraya ewlehiyê ya kargeheke ku cihê bûyerê didît xirab bûye. Bati diyar kir ku dozgeriyê di mijara berhevkirina delîlan de astengî derxistiye û delîl winda bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dozgeriya ku diviyabû kar bikira, karê xwe nekir. Li gorî Qanûna Muhakemeya Cezayê, hemû delîlan dozgerî kom dike. Dadgeh jî delîlên heyî nîqaş dike û li gorî wê biryarekî dide. Lê di dosya Tahir beg de, mîna hemû dosyeyên din ên kiryar nediyar, dozgeriyê di komkirina delîlan de pêk neanî."
 
MUDAXELEYA SIYASÎ YA DI DOSYEYÊ DE
 
Bati destnîşan kir ku di qonaxa darizandinê de wan xwestiye lêpirsîn were berfirehkirin û biryarek were dayîn, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin û got ku delîlên dozgeriyê kom kirine ji bo ronîkirina dosyeyê têr nakin. Bati bi bîr xist ku dadgehê paşê dev ji guhdarîkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu berdaye û got: "Ev ne tiştekî sosret e. Ji ber ku li gorî fikra me, mîna bi dehan dosyeyên kuştinên kiryar nediyar û înfazên bêdaraz ên ku Tahir beg dişopandin, di vê dosyeyê de jî mudaxeleyeke siyasî heye. Ji ber vê yelê derxistina holê ya vê jî tenê bi îradeyeke siyasî dibe. Nexwe tenê bi lêkolîneke dozgeriyê nabe. Lewra li hemberî we organîzasyoneke wisa heye ku delîlan vedişêre, tune dike û îmha dike. Ji ber vê yekê, pir zor xuya dike ku dozgerek bi tena serê xwe tevbigere û vê yekê ronî bike. Ev cinayetekî siyasî ye. Davutoglu jî li Amedê heman tişt gotibû 'ev cinayetekî siyasî ye'. Me jî wiha got: Madem cinayetekî siyasî ye; fermo, bila were vebêje. Ev cinayet çawa hat kirin, kê kir, agahiya wî heye ku gotineke wiha tîne ziman. Davutoglu heta îro daxuyaniyek nedaye. A rast, heke mirov rastiyê bibêje, siyasetmedarekî durust dikaribû vê bikira: Belkî dadgehê gazî wî nekiribe, lê wî dikaribû rastiye bûyerê aşkera bikira. Lê ya rast, ji bilî manîpulekirinê tiştek nekir."
 
Bati anî ziman ku piştî dosye bi encam bû, di nava mehek û nîvê de erêkirina wê ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve nîşaneya wê yekê ye ku tê xwestin dosye bêceza bimîne û di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Nexasim cinayetên siyasî û cinayetên kiryar nediyar bêceza tên hiştin. Niha dema mijar dibe parêzerekî Kurd, helbet ev faîl tên veşartin û bêceza tên hiştin. Em dikarin bibêjin dosyeya Tahir beg mînakeke klasîk a bêcezakirinê ye. Dozgerî ji bo li dijî daxwaza lêkolînê li ber xwe da ev yek jî nîşan dide ku ev tiştekî klasîk e."
 
'DIVÊ REWŞA BÊCEZAKIRINÊ JI HOLÊ RABE'
 
Bati bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha berdewam kir: "Heke di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavek were avêtin, pêşî divê ev rewşa bêcezakirinê ji holê were rakirin. Bêyî ku ev rewşa bêcezakirinê rabe, pêkanîna aştiyeke mayînde mimkun xuya nake. Bi taybetî divê cinayetên kiryar nediyar bên ronîkirin. Di vî warî de em giringiyê didin komîsyonên heqîqetê. Divê ev komîsyon tavilê bên avakirin û dest bi xebatê bikin. Lewaa aştiya civakî ya mayînde tenê bi heqîqet, edalet û hevrûbûnê pêk tê. Ev mesele ne meseleyên hiqûqî yên rojane ne, meseleyên awarte ne. Meseleyên awarte bi hewldanên awarte çareser dibin. Ev kuştinên kiryar nediyar, înfazên bêdaraz û cinayetên siyasî encama meseleyekê ne. Hûn ê pêşî wê meseleyê çareser bikin. Paşê hûn ê encamên ku wê meseleyê derxistine holê, ji holê rakin. Di vê çarçoveyê de em giringiyê didin hevrûbûnê. Dayikên Şemiyê hîn jî li Qada Galatasarayê bi 10 kesan tiştekî dikin. Dev ji dîtina faîlan berdin, destûr nayê dayîn ku ew li faîlên xwe jî bigerin."
 
EW MERCÊN KU ELÇÎ XEYAL DIKIR
 
Bati diyar kir ku divê hikumet an jî aktorên din di vê mijarê de cesareta xwe xurt bikin û divê civaka sivîl roleke aktîf bilîze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek Weqfa Tahir Elçî, bi taybetî di mijara hevrûbûn, heqîqet û edaletê de em amade ne ku tişta dikeve ser milê me bikin. Li erdnîgariya Kurdan bidawîbûna tundî û şer, li gorî me gelek girîng e û em piştgiriyê didinê. Di vî warî de hem ji bo cesaretkirina desthilatê hem jî aktorên din, çi ji destê me tê em dikin. Lewra di encamê de ev meseleyeke cesaretê ye. Mercên bêpevçûn, bêşer û bêçek; ew mercên bû ku Tahir Elçî jî xeyal dikir bûn. Ji bo pêkanîna vê yekê em amade ne ku berpirsiyariyê li xwe bigirin."
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel  

Sernavên din

10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin