Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe

img

AGIRÎ - Di nava beşên Şaredariya Agirî de gavên "nûnertiya wekhev" hatin avêtin. Cîgira Hevşaredara Agiriyê Benazîr Aydemîr Kayayê diyar kir ku ew istixdamkirina jinan girîng dibinin û di nava beşa şêwirmendî û çapemeniyê de nûnertiya wekhev hatiye cîbicîkirin.

 
 Şaredariya Agiriyê ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, ji 31'ê Adara 2024'an û vir ve polîtîkayên xizmetê yên li ser esasê wekheviya jinan xistine rojeva xwe. Şaredariya Agiriyê, li bajarê ku temsîliyet û istixdama jinê kêm e, ji bo ku bi paradîgmaya azadiyê ya jinê xizmetê bide bajêr, polîtîkayan pêş dixe. Şaredarî di wergirtina xebatkarên jin, vekirina navendên piştevaniyê yên nû yên ji bo jinan, cihên bêhnvedanê û civînên taxan ên birêkûpêk ve ji bo jinan li her qada jiyanê deriyan vedike.
 
QADÊN ISTIXDAMÊ TÊN VEKIRIN  
 
Cîgira Hevşaredarê Agiriyê Benazîr Aydemîr Kaya, qala xebatên xwe kir û diyar kir ku ji roja dest bi wezîfeyê kirine ve, hewl dane ku nêrîna jinê li her derê şaredariyê rave bikin û ev tişt got: "Hûn jî dizanin, me bi hilbijartineke zehmet şaredariya xwe qezenc kir. Tevî ku 6-7 hezar leşker û polîs dengên xwe anîn vir jî, me dîsa jî bi ferqeke baş Şaredariya Agiriyê qezenc kir. Dema me dest bi wezîfeyê kir, yek ji karên me yên destpêkê ew bû ku me Komîsyona Jinê ava kir. Piştre me Miduriyeta Polîtîkayên Jinê ava kir. Piştî avakirina Miduriyeta Polîtîkayên Jinê, me avahiyek li kêleka Avahiya Xizmeta Şaredariyê, ya ku bêkêr bû, veguherand qada jiyana jinan; me Navenda Piştevaniya Jinê ya Zînê vekir."
 
Benazîr Aydemîr Kayayê, anî ziman ku Navenda Piştevaniya Jinê ya Zînê  di gelek waran de xizmetê didin, wekî atolyeyên muzîkê, atolyeyên resim û hunerê, şêwirmendiya derûnnasiyê û wiha pê de çû: "Digel vê, me qadên lîstika zarokan ava kirin ku dema jin tên, zarokên wan pê mijûl bibin û me odeyên werzîşê çêkirin. Me qadên ku jin lê bêhnê vedin çêkirin. Me derûnnas û xebatkarên civakî wergirtin. Ez dibêjim me li nava şaredariyên Kurdistanê de ya yekemin pêk anî; me li Agiriyê yekem ajokara jin wergirt. Ev yek li Agiriyê yekem bû û ji bo derdora kesên muhafezekar û kesên in wateyên pir cuda bû. Pirsên wekî, 'gelo jin ajokariyê dikin, we çawa kir?' derketin. Lê paşê pîrozbahî û spasî ji me re hatin. Me xebatkara paqijiyê ya jin jî yekem car wergirt. Me di wergirtinan xebatkaran de hewl da ku hinekî pêşikiyê bidin jinan. Me mîmarên jin, xebatkara çapemeniyê ya jin wergirtin. Me pergaleke xebatê ava kir ku di beşa şêwirmendiyê de jinek û mêrek hebe."
 
QADÊN JINAN TÊN AFIRANDIN
 
Benazîr Aydemîr Kayayê destnîşan kir ku wan giringî daye perwerdeyên hişmendiyê yên ji bo jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di perwerdeyên me de, me semînerên li ser penceşêra malzarok û penceşêra singê dan; me semînerên li ser wekheviya zayendî ya civakî dan û me di gelek qadan de atolyeyan organîze kirin. Piştî wê, bê guman me gelek cihên bêhnvedanê yên ku civak pêwîstiya wan pê heye vekirin. Mînak, jinên ku ji gund û navçeyan dihatin, cihên ku karibin şîr bidin zarokên xwe û lênêrîna wan bikin, an jî heta erebeya gund were lê bisekinin tunebûn. Wan li quncikên qehwexaneyan şîr didan zarokên xwe; carinan jî zarok bi girî birçî diçûn. Ji bo ku ev rewş çênebin, me Navendên Bêhnvedanê yên Jinan vekirin. Digel vê, me ji bo hemû hevalên me yên jin ên ku di bin banê şaredariyê de dixebitin, 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê wekî betlaneya fermî îlan kirin û me ev yek jî bi biryara meclisê kir."
 
Benazîr Aydemîr Kaya diyar kir ku wekî Şaredariya Agiriyê her ku diçe ji bo jinan hinekî din qada jiyanê peyda dikin û got: "Me ji bo vê meha Mijdarê parkeke taybet a jinan vekir. Qadeke ku berê gilêş û kavil lê bûn, me paqij kir û veguherand qadeke jiyanê ya nû ji bo jinan, me veguherand qadeke ku jin bi rehetî karibin werin rûnin, çay û qehweyên xwe bînin vexwin, bi zarokên xwe re bilîzin. Me ronahî jî li gorî jinan çêkir, me veguherand qadeke parkê ku her quncikek bê dîtin û jin tê de xwe ewle hîs bikin. Em ê perwerdeyên xwe zêdetir bikin."
 
MA / Omer Akin    

Sernavên din

11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir NÛÇEYA LEZGÎN
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike