'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'

  • rojane
  • 12:05 24 Mijdar 2025
  • |
BEDLÎS - Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.” 
 
32 sal di ser mirina Şevket Epozdemîr ê ku serokê wê demê yê Partiya Demokratîk (DEP) a navçeya Tetwana Bedlîsê, ku di 25ê Mijdara 1993an de hatibû kuştin, re derbas bûn. Epozdemîr her sal di 22-23ê Mijdarê de tê bîranîn, îsal jî ji aliyê hezkirî û malbata xwe ve nehat jibîrkirin. Epozdemîr bi salan pêşengiya têkoşînê û di sala 1943'an de li gundê Minar ê Tetwanê ji dayik bû.  Epozdemîr perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Tetwanê temam kir û li Dibistana Amadekariya Mamosteyan a Dîcle ya li navçeya Erxenî (Erganî) ya Amedê xwendina xwe ya amadeyî dît. Piştî mezûnbûnê, wî dest bi mamostetiyê kir. Epozdemîr pêşî ji bo demekê li navçeya Hawêl a Sêrtê ders da, paşê dema ku Enstîtuya Perwerdehiyê ya li Amedê vebû, qeyda xwe li wir çêkir. Piştî ku di sala 1964'an de ji enstîtuyê mezûn bû, wî di navbera salên 1964 û 1968'an de li Lîseya Ziya Gokalp a Amedê wek mamosteyê ziman û wêjeya tirkî kar kir. Di sala 1968'an de hat darizandin û ew sirgûnî navçeya Sorgun a Yozgatê hate kirin.
 
Epozdemîr li Yozgatê dev ji mamostetiyê berda, ket azmûnên zanîngehê û vê carê jî beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir û di sala 1975'an de zanîngeh qedand. Piştî stajê vegeriya Tetwanê û dest mi parêzeriyê kir. Piştî ku Komeleya Mafê Mirovan hat avakirin bû nûnerê ÎHD'ê yê Tetwanê û di heman demê de bû serokê DEP'ê yê navçeya Tetwanê. Her wiha bû encumenê şaredariyê û polîs û leşkeran gef li wî xwarin. Epozdemîr di 25'ê mijdarê de çû buroya parêzeriyê û nekaribû vegere malê. Dema xwest were malê li ber malê hat revandin û cenazeyê wî li ser rêya Bedlîs-Norşînê. li nêzî qereqola cendirmeyan hat dîtin 
 
Ferît Epozdemîr diyar kir ku dema birayê wî hatiye revandin 28 salî bûye, ji aliyê gelek kesan dihat hezkirin. Ferît Epozdemîr da zanîn ku birayê wî dema di sala 1972'an de li dibistana Ziya Gokalp a Amedê xwendekar bûye, qetilkirina endamên Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê Omer Ayna û Niyazî Yildizhan bandor li wî kiriye. 
 
BANDOR LI DERDORA XWE DIKIR
 
Ferît Epozdemîr anî ziman ku birayê wî mijara parastina gel wekî parêzvanekî mafên mirovan digirt dest û  wî bandor li her kesê derdora xwe dikir. Ferit Epozdemîr wiha axivî: "Ew ji civak û herêma xwe re dilsoz bû. Ji bilî karê wî yê parêzerî û mamosteyî, têkiliya wî ya bi civak û derdora xwe re her dem kûr bû. Ew dilxweş û ji her kesî re vekirî bû. Xelkê Tetwanê jî bi heman awayî nêzîkî wî dibû. Ew di dema derbeya sala 1980'an de hate girtin ji ber ku wî bê dudilî parastina her kesê ku di demên weha de dihat binçavkirin dikir. Xelkê Tetwanê kozmopolît e. Em bi gelên Laz û Çerkes re bi hev re dijîn. Birayê min parastina wan hemûyan dikir û tu carî cudahî nedixist navbera wan." 
 
DERDORA XWE RONÎ DIKIR
 
Ferit Epozdemîr da zanîn ku di salên 1990'î de, birayê wî Şevket Epozdemîr hedef hatiye girtin û wiha got: "Ew damezrînerê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) bû. Ew li Tetwanê serokê herêmî yê Partiya Civaka Demokratîk (DEP) bû. Ew girêdayî Baroya Wanê bû û delegeyê Baroya Tirkiyeyê (TBB) bû. Ew ji ber van şert û mercên taybet û hezkirina wî ya ji bo welatê xwe hatibû hedef girtin. Tevî van hemûyan jî, birayê min tu carî gavek paşde neavêt û teslîm nebû. Her kes hewl dida ku wî qanih bike ku ji Tetwanê derkeve. Wî ji her kesî re digot, Eger ez biçim, eger hûn biçin, gelo ev gel dê çi bike, dê kî li wan xwedî derkeve? Ji ber ku em xwe parêzvanên sêwiyan dibêjin, wê demê em ê li vir şer bikin." 
 
CENAZEYÊ HOZAN MIZGÎN WERGIRT
 
Epozdemîr anî ziman ku di sala 1992'an de di dema radestnekirina cenazeyê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) de, birayê wî Epozdemîr çû qereqola polîsan û got, 'Ez kefîl im' û li ser vê yekê cenaze radestî xelkê Tetwanê hat kirin. Epozdemîr wiha axivî: "Ew çû qereqola polîsan û got, 'Ez serokê partiya siyasî ya vê navçeyê me. Ez kefîlê her kesekî li vê navçeyê didim, tiştek bi wan nayê,' û term ji dewletê stand û da malbat û gel. Cenazeyê Mizgîn bi beşdariya girseyeke mezin hate veşartin." 
 
Epozdemîr got ku birayê wî heta roja ku hat kuştin bê tirs têkoşîn meşandiye û piştî kuştina wî, nûnerên partiyên siyasî yên ji Tetwan û gelek cihên din ji bo merasîma cenazeyê kom bûn û wiha got: "Birayê min Şevket, bavê rehmetî Ferhat Tepe, bi Îshak Tepe re beşdarî konferanseke bû, dema ku fermandarê wê demê, Korkmaz Tagman, ew tehdît kir û got, 'Dema te jî dê were'. Bi rastî jî, di heman salê de, pêşî Ferhat Tepe û paşê jî birayê min, yek li pey yê din hatin kuştin. Dema em çûn nexweşxaneyê, çavên wî bi paçeyekê hatibûn girtin."
 
BANGE HEVRÛBÛNÊ
 
Epozdemîr diyar kir ku tevî hemû astengiyan, merasîma cenaze bi xwedîderketineke mezin hat lidarxistin. Epozdemîr Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin bi bîrxist û  got ku divê daxwazên edaletê yên malbatên ku xizmên wan di kuştinên neçareserkirî de hatine kuştin, bên pêkanîn. Epozdemîr wiha got: "Gelê Kurd dixwaze bi çanda xwe di nav aştiyê de bijî. Îro em behsa pêvajoyeke aştiyê dikin. Ev ji bo dewletê derfeteke girîng e ku rûbirûyî kuştinên ku di rabirdûyê de pêk anîne bibe. Em daxwaz dikin ku hemû kuştinên neçareserkirî, di nav de ya birayê min jî, di zûtirîn dem de bên ronîkirin. Baweriya me ya mezin bi vê pêvajoyê heye. Bi vî awayî dê aştiyê pêk were. Em her wiha dixwazin rojekê biçin Goristana Karşiyakayê û mizgîniya aştiyê bidin hemû şehîdên azadiyê." 
 
MA / Ceylan Şahînlî   

Sernavên din

13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye
11:38 Li Wanê di êrişê de bav û kurê xwe hatin kuştin
11:35 Hesinên xurde vediguherîne berhemên bedew: Huner, meseleyeke zêhnê ye
10:59 Gelo mudaxileya ‘Îmraliyê’ li Yenî Yolê hate kirin?
10:42 Kedkarên tev li mitînga KESK’ê bûn: Em budçeya ji bo gel dixwazin
10:08 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:59 Mazlum Ebdî ji MA'yê re axivî: Tevlibûna HSD'ê dê artêşa Sûriyeyê xurt bike, dê aramiyê bîne
09:15 Têkoşîna di nava zincîra xizanî, bêewlehî û tundiyê de
09:12 Jinwar ji bo 'bajarên jinan' dibe îlham
09:07 Welatiyên Sûrê ji bo Sezgîn Tanrikulu got: Piştî vê saetê gel wî naxwaze
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN
22/11/2025
21:00 Tirkiyeyê li cotkarên Kobanê gule barand
19:16 Halîde Turkoglu: Divê jin israra xwe ya ji bo aştiyê bidomînin
16:19 Şevket Epozdemîr li ser gora xwe hat bibîranîn
15:34 Daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
15:05 Ji bo jinên hatin qetilkirin û windakirin edalet xwestin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn
13:53 Bi girseyî serdana şîna Bozkurt û Akgulê hat kirin
13:48 Koma Yenî Yolê dê daxilî şandeya ku biçe Îmraliyê nebe
13:15 Abdullah Ocalan: Jinûve avakirina hiqûqê pêdiviyeke jêneger e
13:00 Der barê Mansur Yavaş û midûrê nivîsgehê de destura lêpirsînê
12:46 Şaredariya Mezin a Amedê 'Belgeya Helwestê ya Li Dijî Tundiyê' qebûl kir
11:24 Rojnameyan biryara komîsyonê ya çûna Îmraliyê çawa dîtin?
10:58 Ji Mazlûm Ebdî ji bo MA'yê nirxandinên girîng
10:50 Dê di serdana Îmraliyê de kîjan mijar bên nîqaşkirin?
10:03 'Divê di pêvajoya aştiyê de girtiyên nexweş bên berdan'
09:44 'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin'
09:28 KESK dê li Wanê mîtîngê li dar bixe
09:20 Tevî gelek delîlan jî di doza îstismakirina zarokan de îdianame nehatiye amadekirin!
09:13 Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin
09:06 Li Belenê agir bi avahiya 7 qatî ket: 2 kes mirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN
21/11/2025
20:28 Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawer ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin
19:11 Dê şandeyeke ji çar kesan pêkhatî biçe Îmraliyê
18:35 DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî
18:13 Li dijî biryara CHP'ê bertek
17:08 Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
16:42 Komîsyonê biryar da ku biçe serdana Abdullah Ocalan
16:37 Di komîsyonê de dengdana serdana Îmraliyê dest pê kir
16:36 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelê Kurd van dinivîse
Ahmet Şik: Divê biçin Îmraliyê, hewce bike bila biçin Qendîlê
16:17 Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke
16:10 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan in
16:00 Faîlê ku xwest jinekî qetil bike hat girtin
15:59 CHP pêvajoyê sabote dike: Civîn terikandin
14:31 Komîsyona Meclisê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya
14:28 Emîr ê CHP’î: Em ê nûnerên xwe neşînin Îmraliyê
14:02 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyan re civiya
13:59 Yildiz: Li ser navê MHP’ê ez ê biçim Îmraliyê
13:45 Apê Mele li Pirsûsê hat definkirin
13:43 Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a ÎHD’ê: Di salekê de herî kêm 192 binpêkirin
13:27 Ugur Kaymaz û bavê xwe hatin bibîranîn
12:51 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyan re bicive
12:08 Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê partiyên sosyalîst girseyên xwe ji pêvajoyê re amade bikin
11:46 Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî: Em ji bo çareseriyeke giştî amade ne, berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene
10:43 Ugur Kaymaz û bavê wî 21 sal berê hatin qetilkirin: Ji bo edaletê divê mekanîzmayên nû bên afirandin
09:39 Tirkiye planên xwe yên li Sûriyeyê kûr û berfireh dike
09:28 Li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê pêdivî bi 'yekitiya têkoşînê' heye
09:21 3 milyon mirov ji bo vegerin gundên xwe li benda çareseriyê ne
09:17 Çetîn Lodî: Divê nivîskar daxwaza ji bo aştiyê bilind bikin
09:14 Pêkanîna lastîkên zivistanê dest pê kir: Fiyet duqat biha bûne
09:09 Rêxistinên jinan: Aştiyeke bêyî jinan dê kêm be
09:08 Mûşî xwedî li goristanên qurbaniyên Komkujiya Helebceyê derdikevin
09:03 Bendava ku hat gotin 'dixebite' piştî 6 salan hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN
20/11/2025
21:02 Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê
20:56 Zeyneb Celaliyan nayê dermankirin
16:56 AKP’ê ji bo serdana Îmraliyê got: Em erênî nêz dibin
16:45 Berdevka DEM Partiyê: Divê hemû partî erênî nêz bibin
16:17 AKP bi rojeva Îmraliyê civiya
16:04 Ji bo pêşerojeke biewle ya zarokan daxwazên xwe rêz kirin
15:06 CHP bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
14:51 Demîrtaş: Ji bilî hevalên xwe êdî ez ê bi tu kesan re hevdîtinê nekim
14:31 Li dijî faîlê tacîza zayendî bertek: Em ê dev şopandina dozê bernedin
14:29 Di doza rojnamegeran de Aslan dê parastinê bike
14:21 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hat bibîranîn
13:37 Danişîna faîlê tacîza zayendî ya li dijî zarokan bêyî ku were lidarxistin hat taloqkirin
13:30 Ji bo Burak Ercan ê bi dehan xwendekar tacîz kiribû biryara beraetê hat dayin
13:15 Ji bo maça Amedspor-Trabzonsporê bang
13:14 Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye