WAN - Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê kuştina zarokê 15 salî yê di nava zanîngehê de û neewlebûna zanîngehê protesto kirin. Polîsên ku êrişî protestoyê kirin, gelek xwendekar bi îşkenceyê binçav kirin.
Duh bi şev li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê zarokek 15 salî mirî hatibû dîtin. Li ser vê yekê lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû ragihandin ku zarok hatiye kuştin. Piştî vê yekê xwendekarên zanîngehê îro xwestin çalakiyekê li dar bixin û ji ber neewlebûna zanîngehê bertekên xwe bînin ziman. Xwendekarên ku li pêşiya Fakulteya Beytariyê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êrişî xwendekaran kir û bi îşkenceyê zêdetirî 10 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên li derdorê bertek nîşanî binçavkirinan dan û li vir jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku polîsan di otobusên binçavkirinê de jî zext û îşkence li xwendekaran kirine.
Her wiha rojnamevanên li wir jî hatin astengkirin û polîsan li rojnamevan Kadîr Cesûr da.
