ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Heta niha pêşketinên erênî, hêviyê didin û wêrek hatine bidestxistin.”
Serokkokmar Tayyîp Erdogan di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Erdogan, diyar kir ku piştî Tirkiye pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser dike, pirsgirêkên navneteweyî hêsantir çareser dibin û got: “Her ku aştiya navxweyî û hizûra Tirkiyeyê çêdibe, em li derve bihêztir bûn. Her ku em hundir saxlem dihêlin, li derve rehettir tevdigerin. Biqasî pirsgirêkên xwe yên kronîk ên navxweyî çareser dikin, qebîliyeta me ya çareserkirina pirsgirêkan a li derve jî pêştir dikeve.”
'PÊŞKETINÊN HÊVIYÊ DIDIN ÇÊBÛN’
Erdogan, anî ziman ku bi pêvajoyê re berpirsyartiya 86 milyon kesan jî girtine ser milê xwe, weke Tifaqa Cumhur di vê mijarê de ew jidil in û di pêvajoyê de heta niha pêşketinên pir erênî ku hêvî û cisaretê didin çêbûne. Erdogan, diyar kir ku bi avakirina komîsyona Meclisê re pêvajo civakî bûye, DEM Partiyê helwestekî erênî raber kiriye û destnîşan kir ku heta niha gelek sabotaj berteraf kirine.
Erdogan, bal kişand ser civîna 17’an a komîsyonê û got ku wezaretên karên navxweyî, derve û parastinê ji bo silametiya pêvajoyê xisûsên pêwîst bi endamên komîsyonê re parve kiriye. Erdogan, got hêviya wî ew e ku komîsyon civînên xwe yên ji vir şûnde jî bi erênî li dar bixe û got berpirsyartiya aştî û hizûrê li ser milê hemû partiyên siyasî ye. Erdogan, diyar kir ku ew dixwazin pêvajoyê bigihînin encamê. Herî dawî jî Erdogan got ew bawerin ku dê komîsyon ji bo pêşeroja Tirkiyeyê biryara herî di cih de bide.
