ŞIRNEX - Bêrîvan Kutlu, yek ji kesayetên girîng ên têkoşîna azadiya jinan a Botanê, di tevahiya jiyana xwe de bi berxwedana xwe ya li dijî zilmê dihat nasîn. Tevî grevên birçîbûnê, qeyûman, binçavkirin û girtinan jî, Bêrîvan Kutlu di têkoşînê de israr kir û mîrateyeke berxwedanê hişt.
Bêrîvan Kutlu ku şopa jiyaneke ji bo gelê xwe hilgirt, li kolanên bajarê Cîzîrê ne tenê wekî hevşaredar, di heman demê de wekî dengekî edalet, azadî, wekhevî û hevgirtinê jî tê bîranîn. Helwesta wê ya bênavber û bi biryar, tevî astengiyên ku di tevahiya jiyana xwe de pê re rû bi rû ma, di bîranînên kesên ku wê nas dikin de kûr maye. Çîroka wê çîroka jineke şervana berxwedanê ye ku li kêleka gelê xwe sekinî û felsefeya "Jin jiyan, azadî" di hemû aliyên jiyana xwe de çand.
Bêrîvan Kutlu, di sala 1981'ê de li gundê Navyan ku 30 kîlometre dûrî Şirnexê ye, ji dayik bû û di salên 1990'î de ji ber ferzkirina cerdevantiyê neçar ma ku gund vala bikin. Ew û malbata xwe li navçeya Silopiyayê bi cih bûn. Di neh saliya xwe de, ew û malbata xwe dest bi rêwîtiyeke koçberiyê kirin. Tevî ku di malbat û hawîrdoreke muhafezekar de mezin bû jî, di temenê xwe yê ciwan de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir.
Bêrîvan Kutlu ku bi çîrokên berxwedana Binevş Agal (Bêrîvan) a di 16'ê Çileya 1989'an de li Cizîrê di kemînekê de jiyana xwe ji dest da mezin bû, di bin bandora van çîrokan de ma. Piştî demekê Bêrîvan Kutlu malbata xwe li Silopiyayê dihêle û li Cizîrê bi cih dibe. Bêrîvan Kutlu ku di nasnameya wê de navê wê wekî "Ozlem" hatiye nivîsandin qet ev nav qebûl nekir. Navê Binevş Agal (Bêrîvan) li xwe kir. Bêrîvan Kutlu her çendî gelek caran ji aliyê dewletê ve weki "kodnav" hatiye lansekırın jî, bi vî navî jiyaye û bûye navekî navdar.
ROLÊN CIVAKÎ QEBÛL NEKIRIN
Bêrîvan Kutlu di sala 2002'yan de dest bi beşdarbûna çalak di çalakiyên HADEP'ê de kir. Tevî gef, zext, girtin û derdora xwe ya muhafezekar, ew qet ji baweriya xwe daneket. Bêrîvan Kutlu ku di têkoşîna azadiya jinan a Botanê de bû kesayeteke girîng, di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de wekî hevşaredara bajarokê Dêrgul yê Şirnexê hat hilbijartin û di sala 2017'an de qeyûm li şûna wê hat tayînkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de, Bêrîvan Kutlu wekî hevşaredara Şaredariya Cîzîr hat hilbijartin û demeke kurt piştî wê dîsa qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, Bêrîvan Kutlu rojekê jî li malê nerûnişt, di pêşengiya her hewldanekê de cihê xwe girt. Bêrîvan Kutlu ku qet rolên civakî yên ku li ser wê hatine ferzkirin qebûl nekir, heta serpoşa xwe jî rakir da ku li dijî hişmendiya serdestiya mêran derkeve.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Di sala 2016'an de, dema ku endama Kongreya Jinên Azad (KJA) bû, ji 50 siyasetmedarên li HDP'a Amedê bi daxwaza hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin dest bi greva birçîbûnê kirin, yek jê ew bû.
Por û destên wê yên hinekirî sembolên bi hêz ên baweriya wê ya azadiyê dihatin dîtin. Di her xwenîşandana ku tê de beşdar dibû, bi xwendina rêzikên "Ji nav baxê gulan gul im, her gulê bêhnek heye..." ji strana "Eva Dinya Pîr Mezine" ku stranbêj Hozan Şemdîn dibêje, hesreta xwe ya azadiyê vedigot.
Bêrîvan Kutlu jin, siyasetmedar û dengbêjek bihêz bû. Di xwepêşandan û çalakiyên ku ji bo hevrêyên wê Asya Yuksel û Mehmet Tunç ên di dema qedexeyên derketina derve yên 2015-2016’an de li Cizîrê hatin qetilkirin û Fatma, Sêvê û Pakîze yên ku li Silopiyê hatin qetilkirin, wê kilama “ax delal delal tu bilmeka min î” got.
DER BARÊ WÊ DE 50 LÊPIRSÎN
Di salên têkoşînê de, hema bêje di her çalakiya xwe de rastî tundiya polîsan hat; 16 caran hat binçavkirin, li dijî wê zêdetirî 50 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van zêdetirî 10 lêpirsîn veguhrîn dozê. Bêrîvan Kutlu ku di 16'ê Mijdara 2020'î de di serdegirtinên malan de hat binçavkirin, neçar ma ku welêt biterikîne. Lêbelê, wê di hevpeyvînekê de bersiv dabû û gotibû, "Ew dixwazin berxwedana me asteng bikin û bişkînin. Lê wekî jinek ji Botanê, ez dibêjim ku ew nikarin bi girtin û serdegirtinan têkoşîna me asteng bikin. Me tu carî serî netewandiye û em ê tu carî serî netewînin."
Bêrîvan Kûtlû, di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Şirnexê. Bêrîvan Kutlu ku nêzî 6 meh berê teşxîsa pençeşêrê lê hat danîn, di 17'ê Mijdarê de li Beşa Onkolojî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcali ya Edeneyê jiyana xwe ji dest da.
Li ser wesiyeta wê, cenazeyê wê li gundê wê li kêleka gora bavê wê hat veşartin.
MA / Zeynep Dûrgût
