XERPÊT - Li navçeya Depê ya Xerpêtê ji 6 kesên hatin binçavkirin jê 4 kesên ku di navde Endamê MeclisaDBP'ê ya Xerpêtê Abdulkadir Gul jî heye hatin girtin.
Leşkeran di 6'ê Tîrmehê de li gundên Depê ya Xerpêtê bi ser gelek malan de girtibûn û 6 kes binçav kiribûn. Di nava 6 kesên hatin binçavkirin de Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Xerpêtê Abdulkadir Gul, Hacı Yavuz û Murat Ercan jî hebûn. Piştî îfadeya 6 kesan bi dawî bû, şevê din sewqî edliyê kirin. 6 kesan piştî li edliyê îfade dan, 2 kes hatin berdan û 4 kes jî hatin girtin. Endamê Melîsa Bajarê Xerpêtê yê DBP'ê Abdulkadir Gul, Hacı Yavuz, Murat Ercan, û Bakî yê ku piştnavê wî nehat ferbûn hatin girtin.
4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê.