4 kes li Xerpêtê hatin girtin 2018-07-10 12:02:29   XERPÊT - Li navçeya Depê ya Xerpêtê ji 6 kesên hatin binçavkirin jê 4 kesên ku di navde Endamê MeclisaDBP'ê ya Xerpêtê Abdulkadir Gul jî heye hatin girtin.    Leşkeran di 6'ê Tîrmehê de li gundên Depê ya Xerpêtê bi ser gelek malan de girtibûn û 6 kes binçav kiribûn. Di nava 6 kesên hatin binçavkirin de Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Xerpêtê Abdulkadir Gul,  Hacı Yavuz û Murat Ercan jî hebûn. Piştî îfadeya 6 kesan bi dawî bû, şevê din sewqî edliyê kirin. 6 kesan piştî li edliyê îfade dan, 2 kes hatin berdan û 4  kes jî hatin girtin. Endamê Melîsa Bajarê Xerpêtê yê DBP'ê Abdulkadir Gul, Hacı Yavuz, Murat Ercan,  û Bakî yê ku piştnavê wî nehat ferbûn hatin girtin.    4 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê.