AMED - Li navçeya Erxenî, du wesayît li hev qulipîn, 3 kesan jiyan xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Erxenî ya Amedê, otomobîla plakeya 16 DML 98 a ajokarê wê Abdullah Ozçîfçî û tira plakeya 47 PZ 475 a ji aliyê Taxa Yolbulan a li ser rêbejahiya Çermûg-Erxenî pêşber dihat li hev qulîpîn. Di qezayê de Melîha, Fatma û Umut Ozçîfçî yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û ajokar Abdullah Ozçîfçî jî bi giranî birîndar bû.
Ozçîfçî yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî û ajokarê tirê jî hat binçavkirin.