Qezaya trafîkê li Erxenî rû da : 3 kes mirin, kesek bi giranî birîndar bû 2018-07-09 12:25:59 AMED - Li navçeya Erxenî, du wesayît li hev qulipîn, 3 kesan jiyan xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.  Li navçeya Erxenî ya Amedê, otomobîla plakeya 16 DML 98 a ajokarê wê Abdullah Ozçîfçî û tira plakeya 47 PZ 475 a ji aliyê Taxa Yolbulan a li ser rêbejahiya Çermûg-Erxenî pêşber dihat li hev qulîpîn. Di qezayê de Melîha, Fatma û Umut Ozçîfçî yên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û ajokar Abdullah Ozçîfçî jî bi giranî birîndar bû.     Ozçîfçî yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî û ajokarê tirê jî hat binçavkirin.