STENBOL - Li gorî rapora DÎSK-AR’ê, hejmara bêkarên li welat derket 11 milyon û 705 hezar kesan.
Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), hejmara bêkaran a li Tirkiyeyê di meha Îlonê de derket 11 milyon û 705 hezar kesan. TUÎK’ê jî di rapora xwe de hejmara bêkaran a di meha Îlonê de weke 3 milyon û 75 hezar kes ragihandibû.
