ŞIRNEX - Gelê Mexmûrê ku xwe li gorî paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kiriye û xwe bi rê ve dibe, ji bo vegerê li benda sererastkirinên qanûnî ye. Hevseroka Meclisa Gel Fîlîz Bûdakê got: "Di her kêliya hûnandina vê jiyanê de şopa paradîgmaya Rêber Apo heye."
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdakê diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan negihîştiye armanca xwe. Fîlîz Bûdakê anî ziman ku li her kolanên Mexmûrê şopa paradîgmaya Abdullah Ocalan heye û got: "Di 28 salan de nekarîn Rêber Apo teslîm bigirin."
Komploya navneteweyî ya ku bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kir, di sala xwe ya 27'an de ye. Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê derket, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd berê xwe da Ewropayê û di 15'ê Sibata 1999'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî ew anîn Tirkiyeyê.
Her çiqas plana "tunekirinê" bi ser neket jî, ramanên ku Ocalan di dema girtina xwe de pêş xistin, ji bo gelek gelên li Rojhilata Navînê, bi taybetî ji bo kurdan bû îlham. Bi hezaran welatiyên ku ji ber valakirina gundan di salên 1990'î de neçar man koçî Kampa Mexmûrê ya li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê bibin, bi salan e bi paradîgmaya Abdullah Ocalan xwe birêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin.
'NIKARIBÛN RÊBER APO TESLÎM BIGIRIN'
Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdakê bal kişand ser jiyana ku wan li dijî hemû êrişan li kampê ava kirine û got: "Ew negihîştin armancên xwe. Birêz Ocalan bi helwesta xwe hemû komployan pûç kir." Fîlîz Budakê wiha domand: "Ramanên Rêber (Ocalan) ji bo tevahiya Rojhilata Navînê bûne hêvî. Her kesî rizgariya xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dît. Rêber Apo, gelekî ku hatibû binaxkirin û bi betonê hatibû nixumandin vejand. Wî ne tenê ew vejandin, di heman demê de bi paradîgmaya xwe jî ew serwext kirin. Hêzên emperyalîst vê yekê wekî gefekê ji bo xwe dîtin. Rêber Apo, dîl hat girtin, lê ew nekarîn du tiştan asteng bikin. Pêşiya înkarkirin û tunekirina kurdan hat girtin. Jinên ku bi hezaran salan hatin înkarkirin û bindestkirin, niha pêşengên têkoşîna azadiyê ne. Jinên ku rastî îstismarkirinê hatin bûne pêşengên civakê. Rêber Apo, ev yek pêk anî. Van du serkeftinên Rêbertiyê planên kesên ku dixwestin li Rojhilata Navînê çêbikin pûç kirin."
Fîlîz Budakê diyar kir ku komplo negihîştiye armanca xwe û got: "Di dîroka kurdan de, serhildanek bi girtin an mirina serokê xwe bi dawî dibe. Dema ku rêber ji holê radibû, civak ditirsiya. Gelê kurd, di şexsê Rêber Apo de, ev dîrok guherand. Piştî ku Rêber Apo hat girtin, PKK guhertineke sîstemîk pêk anî û bi Neteweya Demokratîk hîn xurttir bû. Ev bersiva herî baş bû ji bo dewletên komploger. Îro, pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan hatiye afirandin. Ew nekarîn di 27 salan de Rêber Apo teslîm bigirin. Rêber Apo, li Îmraliyê ji nû ve ji dayik bû û manîfestoya nû nivîsand. Van pêşketinan rê li ber dewletên komploger girtin ku bigihîjin armancên xwe."
AVAKIRINA JIYANÊ
Fîlîz Bûdak behsa bandora Abdullah Ocalan li ser gelê Mexmûrê kir û got: "Gelê Mexmûrê gelekî ku bi Rêber Apo re dijî û ramanên wî temsîl dike. Kampa Mexmûrê li çolê hatiye avakirin. Piştî ku Rêber Apo got, 'Çi dibe bila bibe, hûn ê wê veguherînin qadeke jiyanê', li vir jiyan hatiye avakirin. Dema ku kamp nû hat avakirin, zarok ji tîna mirin. Li vir bi gotinên Rêber Apo jiyaneke nû hatiye avakirin. Mexmûr ku berê çol bû, niha mîna baxçeyekî geş e. Jiyanek ji sifirê hatiye avakirin. Yên ku wê dibînin matmayî dimînin. Şopa paradîgmaya Rêber Apo di her kêliya afirandina vê jiyanê de heye. Paradîgmaya Rêber Apo, di her saziyekê de heye. Me 31 sal in pergalek nedewletî, pergaleke xweser û xwerêveber pêk aniye. Pergalek ku xwe dispêre rêgezên civaka exlaqî û siyasî hatiye afirandin. Şopa jiyana komunal li her kolanê xuya ye. Paradîgmaya Rêber Apo rê li ber me vekiriye."
Fîlîz Bûdakê got: "Ev komplo têk çû, Rêber Apo bi ser ket. Ew rastiya ku Devlet Bahçelî îro neçar ma ku gazî bike ku Rêber Apo meclisê, mînakeke berbiçav e ku ev komplo çawa têk çûye. Divê Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê dostaniya rastîn û hevaltiyek were çêkirin. Dostaniya ku netemam divê were temamkirin; bi dostaniya rastîn azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan e."
VEGER
Fîlîz Bûdakê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan vê dawiyê peyamek ji gelê Mexmûrê re şandiye û got: "Em 31 sal in penaber in. Em vê pêvajoyê wekî serkeftineke dîrokî dibînin. Em beşek ji vê pêvajoyê (Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk), vê serkeftinê, vê têkoşînê ne. Rêber Apo di peyama ku ji me re şand de jî ev yek diyar kir. Em pêvajoyê bi awayekî erênî dibînin ji ber ku Rêber Apo aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Her çend dewlet ne samîmî be an jî armancên din bişopîne jî, hebûna Rêber Apo ji bo me bes e. Em amade ne ku îro çi ji me bixwaze em bikin. Ger vegerek hebe, ew ê 'vegereke kolektîf' be, wekî ku Rêber Apo gotiye. Em 31 sal in wekî penaber dijîn. Vegera me dê li ser bingeha nasname, zimanê me û rêveberiya me ya xweser be."
Fîlîz Bûdakê destnîşanî pêwîstiya sererastkirinên qanûnî ji bo vegerê kir û wiha domand: "Gelê Mexmûrê li benda sererastkirinên qanûnî ye. Neavêtina gavên berbiçav dê tenê pêvajoyê dirêj bike. Ev dirêjkirin dê tenê fikarên raya giştî zêde bike. Em li bendê ne ku dewlet di çarçoveya vê pêvajoyê de gavên berbiçav biavêje."
MA / Emrullah Acar