ENQERE - Meşa jinan a "ber bi Rojê ve" dê 7 rojan bidome, lê di esasê xwe de wê qet bi dawî nebe.
Li vî welatî ber bi Enqereyê ve her tim meş çêbûne. Mirov, carinan ji Stenbolê, carinan ji Îzmîrê, an jî ji bajarên din, her tim ji bo ku daxwazên xwe bînin zimên meşiyane. Karkerên ji kar hatine derxistin, kesên teqawîdbûyî, parêzvanên jîngehê. Jin ku li ber meclisê tên cem hev di dîrokê de cara yekem e ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin.
Jinên li Rawestgeha Çeşme ya li Amedê kom bûbûn, gotibûn: "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin." 250 jinên ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin û barê bi mîlyonan kesan hilgirtin ser milên xwe. Wan bi zehmetiya hilgirtina barên giran û daxwazên bi mîlyonan kesan, dest bi meşê kirin. Dê heft daxwaz bên bilêvkirin.
Dema ku ew gihîştin rawestgeha xwe ya yekem, eşkere bû ku meş ne ??tenê ne meşeke ku heft daxwazan bîne ziman. Di seranserê rê de, kesên ku bedel dane û di têkoşîna azadiyê de pêşengî kirine hebûn. Ew meşeke heft rojî bû, lê bêdawî bû. Ji lew re ên bedel dayî dê bên bibîr anîn, dê bîr bê nûkirin, barê hilgirtina alaya têkoşînê, peyamên li bêhêvî li bendê... Di rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê re derbas bû de meşiyan, li ser gorên kesên ku bedel dane rêz girtin û qurnefîl li cihê ku Hakî Karer lê hat kuştin hatin danîn. Li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinan nîqaş hatin kirin û peyamên jinan yek bi yek hatin xwendin.
Belkî ya herî girîng ew bû ku nîqaşên ku di malên ku meşvan lê dibûn mêvan de pêk hatin û malbatên ku şensê ku meşvanan li malên xwe bikin mêvan nedîtin jî wekî mêvan hatin malên din û daxilî nîqaşan bûn. Rexne û pêşniyaz hatin kirin. Fêmkirina ku têkoşîna azadiyê têkoşînek bêdawî ye di hişê her kesî de bi cih bû. Bi van hestan, jinan gavên xwe avêtin. Her gaveke wan a ji bo azadiyê, bû gaveke nû. Bi her gavê re, têkoşîna ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê kûrtir hat hîskirin. Li her rawestgehê, ew kesên ku meşvan pêşwazî dikirin, xurttir dibûn, mîna ku bi hev re pêşbaziyê bikin, bi hesret wan hembêz dikirin, xwedî li daxwazên wan derdiketin û barê wan hildigirtin ser xwe. Daxwaza wan a sereke, azadiya bo Rêberê Îdeolojiya Rizgariya Jinan bû.
Wan careke din beyan kir ku Abdullah Ocalan sermuzakerevan e û dan ser Rêya Azadiyê. Bi tenteneyên ku wan li ser yazmeyêm xwe neqş kiribûn, bi laçikên xwe yên spî, di şopên demê yên li ser rûyê wan de, li ser zimanê wan tim heman tişt hebû. Di şexsê Abdullah Ocalan de, azadî ji bo her kesî.
MA / Heval Onkol