NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêvebir Mustafa Karasû, nêzîkatiya dewletê û desthilatê ya ji bo pêvajoyê rexne kir û got ku divê dewlet rast nêzî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe. Her wiha Karasû destnîşan kir ku divê Komisyona Meclisê bi berpirsiyarî tevbigere û got: "Divê Rêber Apo, li Meclisê biaxive."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, di bernameyeke taybet a Medya Haber TV'yê de pirsen Kadîr Hurdogan bersivandin. Karasû bilêv kir ku rêkildarî hevdîtina di 28'ê Tebaxê de ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat kirin, nêzîkatiya desthilatê ya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên Komisyona Meclisê nirxandin kirin.
Karasû diyar kir ku hevdîtina di 28'ê Tebaxê de bi Abdullah Ocalan re hat kirin wekî hevdîtineke derengmayî pênase kir û got: "Ev qasî bi derengxistina hevdîtinê, helwesta desthilata AKP'ê dide. Di mijareke wiha girîng de, RÊbertî (Abdullah Ocalan) banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di warê demokratîkkirina Tirkiyeyê û çareserkirina meseleya kurd de gavên girîng avêtin. Gaveke ku kes ne li bendê bû avêt. Ev, li Tirkiyeyê di warê demokratîkbûyîn û çareserkirina meseleya kurd de bû cihê hêviyê. Di nêvengeke wisa girîng de biderengxistina hevdîtinan, nayê qebûlkirin. Ji lew re Rêber Apo sermuzakerevan e."
Mûstafa Karasû di nirxandina xwe de bal kişand ser berpirsiyariya Komisyona Meclisê jî û got: "Komisyon a ku li hemberî dîrokê, li hemberî gel berpirsiyar e, naçe Rêber Apo guhdar nake. Dest ji çûna komisyonê ya Îmrlaiyê berde, divê Rêber Apo biçe li meclisê biaxive. Devlet Bahçelî wisa got. Lewma divê meclis û desthilat rast tevbigerin. Yan na wiha nabe, ev dibe ewarekirin. Bila guhdar bikin, em nabêjin bila guhdar nekin. Bila civakê guhdar bikin, bila nûnerên civakê guhdar bikin, lê bila ev guhdarkirin ber bi encamekê ve biçe. Bila ewarekirin çênebe. Û ez careke din destnîşan dikim. Ji xeynî azadiya Rêber Apo, tu aktoreke ku vê pirsgirêkê çareser bike tüne ye. Me peywirê daye Rêber Apo, gel daye wî. Lewma tiştekî ku em bikin tüne ye. Bila kes ne li benda tiştekî be ji me. Sermuzakerevan Rêber Apo ye. Ew pêvajoyê bi rê ve dibe. Dê pêvajo bi rola Rêber Apo, bi mudaxileyên wî, bi aktorbûna wî pêş ve biçe û bi encam bibe. Nêzîkatiyeke din, dibe nêzîkatiyeke ji rêzê li Rêber Apo û nêzîkatiyên bi vî rengî dê tu encamê nedin. Xwexapandin e. Lewma divê desthilat jî cidî nêzîk bibe û komisyon jî cidî nêzîk bibe. Yan na wiha nabe. Divê nûnerên partiyên muxalefetê yên di komisyonê de jî cidî nêzîk bibin. Divê zorê bidin AKP'ê..."