MERSÎN – Li Mersînê 11 kesên ku ji ber axaftina bi Kurdî êrîşî malbatekê kiribûn û Nasim Nazli bi giranî birîndar kiribûn serbest hatin berdan.
Li Taxa Kîsecîk a navçeya Çamliyayla ya Mêrsînê malbat çû seyranê û vegerê ji aliyê kesên wesayîta plakaya 01 ECL 92 de bûn hatin rawestandin. Kesên di wesayîtê de bi hinceta ku malbatê bi Kurdî axiviye êrîş kirin. Di encama êrîşê de Sabîha Nazli a 66 salî û pitika bi navê Ayla Avci talûyeke mezin derbas kirin. Bi alîkariya ekîbên tenduristiyê zarok hat ser hişê xwe û Nasim Nazli jî bi giranî birîndar bû.
Piştî êrîşê 11 kesên ku nasnameya hat tespîtkirin hatin binçavkirin. 9 kes piştî îfadeyên li emniyetê serbest hatin berdan û 2 kes jî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mersînê têkildarî êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand bûyer şermezar kir û diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên bi vî rengî binpêkirinên giran ên mafên mirovan e ku bi hedefgirtina ne tenê mexdûran e hemû civakên li xwedî heman nasnameyê ne gef tê xwarin. Tundî û gotinên nefretê yên li hemberî gelê Kurd, ji bo pîvana ahengiya civakî û wekheviyê xeteriyeke mezin e."
Di daxuyaniyê de hat xwestin di zûtirîn demê de hemû failên ku di vê êrîşê de cih digirin werin tespîtkirin û werin darizandin ku divê êrîş bê ceza nemînin. Hate gotin ku divê li dijî tundî û nîjadperestiyê berxwedaneke civakî ya xurtir were avakirin.