NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîstên kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihandin ku li Îranê di heftiyekê de 30 kes hatine darvekirin.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di hefteya 80’emîn a çalakiya xwe de, têkildarî bîlançoya cezayên darvekirinê yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava heftiya borî de 2 jê jin 30 kes li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Her wiha destnîşan kir ku li girtîgeha Urmiye ya li rojhilatê Kurdistanê 4 tiliyên 3 girtiyan bi şêweyeke hovane û dermirovî weke "ceza" hatine birîn.
Rêxistina Efûya Navneteweyî kiryara hovane ya li girtîgeha Urmiyeyê, bi daxuyaniyekê şermezar kir û desthilata dadweriyê bi "çeka makîneya îşkenceyê" bi nav kir.
HUCREYA YEK KESÎ Û MERCÊN GIRAN
Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê da zanîn ku hîna çarenûsa 5 girtiyên siyasî yên bi navê Luqman Emîn Pur, Hemze Siwarî, Reza Selman Zade, Spêhr Îmam Cuma û Mistefa Remezanî yên endamên Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê nediyare. Her 5 girtiyên siyasî li girtîgeha Qezilhesarî Kirmanc tên girtin û di 27’ê Tîrmeha îsal de bi şêweyek hovane ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine êşkencedan û xistine hucreya yek kesî.
Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyê siyasî yê bi navê Zerdeşt Ehmedî ku li girtîgeha Qezilhesar tê girtin, ji bo odeyek din a ewlehiyê hatiye veguhestin. Her wiha girtiyê siyasî Seîd Masûrî jî xistine hucreya yek kesî û rewşa wî xirabe.
BANGA NA JI DARVEKIRINÊ RE
Kampanyaya Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê, di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû azadîxwaz, çalakvan, kesûkarên girtiyên siyasî û rêxistinên navneteweyî kir ku dengê xwe ji bo ‘Na ji darvekirinê re’ bilind bikin û piştgiriyê bidin kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’.
Kampanyaya "Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê" di 9’ê Çileya 2023’yan de wek nerazîbûna li dijî cezayê darvekirina girtiyên rojhilatê Kurdistan û Îranê hate damezrandin. Her sêşem endamên rêxistinê dest bi greva birçîbûnê dikin.