AMED - Piştî biryara berdanê ya Parlementera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hat îdiakirin ku îtirazî biryara berdanê hatiye kirin û derbarê Guvenê de biryara girtinê hatiye dayîn. Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr got: "Hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin."
Derbarê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku derheqê wê de biryara berdanê hat dayîn, hat îdiakirin ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtirazî vê biryarê kiriye û biryara girtina wê hatiye dayîn.
Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr têkildarî mijarê diyar kir ku, li ser îtiraza dozgeriyê Guven nehatiye berdan û got: "Lê belê hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin. Mesaî qediyaye lê hîn li UYAP'ê nehatiye barkirin. Em li benda biryarê ne."