Hat îdiakirin ku derbarê Guven de biryara girtinê hat dayîn 2018-06-29 18:04:29   AMED - Piştî biryara berdanê ya Parlementera HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hat îdiakirin ku îtirazî biryara berdanê hatiye kirin û derbarê Guvenê de biryara girtinê hatiye dayîn. Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr got: "Hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin."   Derbarê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya  Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku derheqê wê de biryara berdanê hat dayîn, hat  îdiakirin  ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtirazî vê biryarê kiriye û biryara girtina wê hatiye dayîn. Parêzera Guvenê Reyhan Yalçindag Baydemîr têkildarî mijarê diyar kir ku, li ser îtiraza dozgeriyê Guven nehatiye berdan û got: "Lê belê hîn biryar teblîxî me nehatiye kirin, lê bi devkî hat gotin. Mesaî qediyaye  lê hîn li UYAP'ê nehatiye barkirin. Em  li benda biryarê ne."