ŞIRNEX – Esmer Çikmaz ku gundê wê hat şewitandin, di dema qedexeyên derketina derve de 2 zarokên xwe winda kir û ji zarokek xwe jî tu agahî negirt û wiha got: "Tirk xwedî kîjan mafî ne, divê Kurd bibin xwedî heman mafî. Em zimanê xwe û nasnameya xwe dixwazin."
Malbatên ku zarokan wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane piştgiriyê didin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Tevî êşên ku kişandine jî malbat dixwazin pêvajo bi ser bikeve û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewlet gav bavêje.
Esmer Çikmaz (56) ji ber şewitandina gundê Derşev ê Şirnexê ku di salên 1990'î de lê dijiya, neçar ma koçî Cizîrê bike. Yek ji kurên Esmer Çikmaz di sala 2014'an de li dijî zextên hikûmetê tevlî PKK'ê bû. Keça wê Yasemîn Çikmaz di salên 2015-2016'an de li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de hatibû îlankirin, li jêrzemîna ku lê asê mabû jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Vahap Çikmaz jî di heman salan de li Hezexê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da. Esmer Çikmaz di dema sersaxiya keça xwe de agahiya mirina kurê xwe wergirt.
Esmer Çikmaz ku di 11'ê Tîrmehê de li Suleymaniyeyê beşdarî merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, tevî hemû êşên ku kişandiye jî dixwaze aştiyeke mayînde û çareserî pêk bê û wiha got: "Dibe ku îro ji min bi sedan dayik di nava şert û mercên xerabtir de bin. Hin dayikan 5 zarokên xwe winda kirine. Min keça xwe defin kir û dema min hê şîna wê digirt agahiya ku kurê min şehîd ketiye ji min re hat. Me ew li kêleka hev defin kirin. Kurê min Metîn di lîseyê de serkeftî bû. Gelek caran hat binçavkirin û di sala 2014'an de berê xwe da çiyê. Ez tew nizanim niha dijî yan najî. Li dijî zilma dewletê çû çiyê."
HESTÊN DEMA MERASÎMÊ
Esmer Çikmaz diyar kir ku aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Me hovîtiyên mezin dîtin. Cenazeyên zarokên me li kolanan hatin hiştin. Lê belê me hemû di hundirê xwe de defin kirin û me got 'êdî bes e'. Divê êdî dayik negirîn. Çi dibe bila bibe me her tim got aştî û em ê gotina aştiyê bidomînin."
Esmer Çikmaz merasîma li Silemaniyê bi bîrxist û wiha got: “Dema gotin tê biçî ez 3 rojan ranezam. Hem kelecan hebû û tiştên cuda dihatin bîra min. Min got gelo dewlet êrîş bike û zarokên me li ber çavên me bikuje em ê çi bikin. Bi kêfxweşiyeke mezin em rê ketin. Dema me li wê derê zarokên xwe dît em bi kelecan bûn. Li Başûr em baş hatin pêşwazîkirin û ji wan re spas dikim. Em li qada merasîmê 40 deqeyan sekinîn. Ew 40 deqe wekî 3-4 roj bû. Me digot gelo dê kengê bên û kelecana me zêdetir dibû.”
Esmer Çikmaz anî ziman ku dema endamên komê dît rabûye ser pêya û wiha got: “Ez pir bi kelecan bûm. Pir kêfxweş bûm. Ji me re gotin li çepikan nedin lê kesekî guhdar nekir. Hatina wan, rûniştina wan û xwendina daxuyaniyê hemû bi heybet bû. Gelek dayikan wek min zarokên xwe binax kirin. Wê kêliyê min got divê êdî ev êş bi dawî bibe. Dema komkujiya li jêrzemînên Cizîrê min gotibû êdî ez ê nebêjim aştî lê îro dîsa dibêjim aştî.”
‘EM DEST BIDIN HEV’
Esmer Çikmaz bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiribû û got: "Em bi temamî bi birêz Ocalan bawer in. Em ji xwe û gelê xwe bawer in. Lê belê dewleta em pê re rû bi rû ne, hînê gavek neavêtiye. Heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin. Divê di zûtirîn demê de gaveke şênber were avêtin."
Esmer Çikmaz da zanîn ku ew dixwazin bibin xwedî mafên wekhev û got, "Çi mafên Tirkan hebe, divê Kurd jî xwedî li wan mafan derkevin. Em zimanê xwe û nasnameya xwe dixwazin. Qala aştiyê dikin, lê zimanê ragihandina wan zimanekî jehrî ye.”
Esmer Çıkmaz diyar kir ku divê malbatên leşker û polîsan jî ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Rengê rondikên dayikan yek e. Çawa ku dayikên gerîla dibêjin aştî, divê dayikên leşker û polîsan jî bêjin aştî. Dilê wan jî dişewite. Me destê xwe dirêj kir, were destê ku me pêşkêş kir bigire, werin em bi hev re vê xwînê rawestînin. Her du alî jî zarokên me ne. Em li van xakan ji dayik bûn. Divê hemû dayik bi hev re têbikoşin. Tenê dayik dikarin mirinan rawestînin. Êdî bes e. Divê her kes bikeve nava tevgerê. Eger em têbikoşin wê destê Birêz Ocalan xurt be. Eger em bi ser bikevin, em dikarin bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad bikin. Eger aştî hebe zarokên me namirin. Min ji canê xwe 3 parçe dane û hê jî ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikim. Bila êdî xwîn nerije. Werin em yekitiya xwe xurt bikin. Werin em vî barî bi hev ra hilgirin.”
MA / Emrullah Acar