ENQERE – HDP'iyan ji bo îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Antalyayê bê lêkolînkirin, Pêşnûmepirs dabû bi hinceta peyvên "îşkence" çors û bi dilşkestî tê dîtin, ji hêla Serokê Meclisê ve hat redkirin.
Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ji bo balê bikişîne ser îşkence û muameleya xirab a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, pêşnûmepirs dabû Serokê Meclisê. Li gorî rapora Komîsyona Lêkolînên Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin û ev îşkence bi raporên bijîşkan jî hatibû piştrastkirin.
'NIRXANDINÊN ÇORS Û DILŞKESTÎ'
Piştî rapor hatibû aşkerakirin, Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û îmzeyên 24 wekîlan xwestibû Serokê Meclisê li girtîgehan der barê pêkanînên ku xistine jiyanê de lêkolînekî bide destpêkirin. Bersiva pirsan a Serokatiya Meclisê şandin de, hat gotin ku "Ji ber ku gotinên çors û dilşkestî" di pêşnûmeyê de heye, pêşnûme paşve hatiye şandin.