Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir 2017-10-17 15:40:21 ENQERE – HDP'iyan ji bo îşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Antalyayê bê lêkolînkirin, Pêşnûmepirs dabû bi hinceta peyvên "îşkence" çors û bi dilşkestî tê dîtin, ji hêla Serokê Meclisê ve hat redkirin. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ji bo balê bikişîne ser îşkence û muameleya xirab a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, pêşnûmepirs dabû Serokê Meclisê. Li gorî rapora Komîsyona Lêkolînên Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan îşkence li girtiyan tê kirin û ev îşkence bi raporên bijîşkan jî hatibû piştrastkirin.   'NIRXANDINÊN ÇORS Û DILŞKESTÎ'   Piştî rapor hatibû aşkerakirin, Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û îmzeyên 24 wekîlan xwestibû Serokê Meclisê li girtîgehan der barê pêkanînên ku xistine jiyanê de lêkolînekî bide destpêkirin. Bersiva pirsan a Serokatiya Meclisê şandin de, hat gotin ku "Ji ber ku gotinên çors û dilşkestî" di pêşnûmeyê de heye, pêşnûme paşve hatiye şandin.