MEREŞ – Li çoltarên Çiyayê Engîzek ê navçeyên Ekînozu û Nurhakê yên Mereşê pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerekî pispor û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan.
Li çoltarên Çiyayê Engîzek ê navçeyên Ekînozu û Nurhakê yên Mereşê piştî operasyona leşkerî pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerekî pispor û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku li herêma operasyonê birîndar hene û rayedarên tenduristiyê yekîne şandine herêmê. Hat diyar kirin ku pevçûn didome.