Li Mereşê leşker û cerdevanek hat kuştin 2018-06-27 14:22:06     MEREŞ – Li çoltarên Çiyayê Engîzek ê navçeyên Ekînozu û Nurhakê yên Mereşê pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerekî pispor û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan.     Li çoltarên Çiyayê Engîzek ê navçeyên Ekînozu û Nurhakê yên Mereşê piştî operasyona leşkerî pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerekî pispor û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku li herêma operasyonê birîndar hene û rayedarên tenduristiyê yekîne şandine herêmê. Hat diyar kirin ku pevçûn didome.