STENBOL - Aktîvîstê mafên mirovan ê Hindistanî Miloon Kotharî diyar kir ku banga Abdullah Ocalan qad ji paradîgmaya neteweya demokratîk vekiriye û got: “Têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide ji ber ku têkoşîneke berfireh e.”
Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û biryara xwefesixkirinê ya PKK'ê di rojeva cîhanê de deng veda. Pirsgirêka Kurd ji aliyê gelek kesan ve hêj tê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de di meha Gulanê de kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” hatibû destpêkirin. Şandeyeke rojnamerger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnas jî di nav de ji 39 kesên ji welatên cuda yên Ewropayê pêk dihat, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hate Stenbolê. Şande, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwaznameya xwe pêşkêşî Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir.
‘TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ HEVPAR E’
Ji endamên şandeyê û aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî Miloon Kotharî, têkildarî armanca hatina xwe ya Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rola Abdullah Ocalan a di çareseriyê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Kotharî, armanca hatina xwe ya Tirkiyeyê wiha rave kir: “Ez ji bo alîkariya bi pirsgirêka Kurd re hatim. Ez ji bo hevnasîna parlamenterên Kurd ên ku li cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixebitin hatim Stenbolê.” Kotharî, diyar kir ku ev saleke li Bruksel, Cinev û li Hindistanê bi Kurdan re dixebite. Kotharî, destnîşan kir ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan gelek bandor li wî kiriye û wiha pê de çû: “Li gorî min, fikrên Abdullah Ocalan ên der barê konfederalîzmê, mafên jinan, ekolojî û gelek mijarên din de pir bi bandor in. Divê ev fikir li cîhanê baş bên naskirin. Rêverberiya Xweser a Sûriyeyê û rêveberiya Kurd a li Iraqê bi fikrên baş tên rêvebirin. Têkoşîna Kurdan îlhamê dide lewra pir berfireh e. Her kesî di nav xwe de dihewîne. Ez ji Hindistanê me. Gelek aliyên têkoşîna azadiyê ya tevgerên gel ên Hindistanê û têkoşîna gelê Kurd a li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê dişibin hev."
‘BANGA OCALAN JI BO GELEK NETEWEYAN QADA DEMOKRATÎK VEKIR’
Kotharî, destnîşan kir ku gavên Abdullah Ocalan ji bo avakirina Neteweya Demokratîk avêtiye pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî min, Abdullah Ocalan bi vê banga xwe re ji bo Neteweya Demokratîk qad vekiriye. Em wek piştevanên têkoşîna Kurd, li çaverêne ku dewleta Tirk gavên erênî biavêje. Li Hindistanê komên Kurd ên hewl didin raya giştî ya Hindistanê di mijara Kurd de bixin nava tevgerê hene û pêwendiyên min bi wan re hene. Di vê pêvajoyê de ez ê ji wan re bibim alîkar. Dixwazim balê bikşînim ser ku ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke di nava dewletan de ye. Di demokrasî, têkoşîn û tevgeren civakî de ya herî girîng peywendiya di navbera gelan de ye. Ez jî ji bo vê yekê li vir im.”
‘EZ BI OCALAN RE HEMFIKIR IM’
Kotharî, diyar kir di mijara konfederalîzm û mafên jinan de bi Abdullah Ocalan re hemfikir e û axaftina xwe wiha qedand: "Di têkoşîna me ya li dijî Ingilîzan de gelek peyam hene. Ji tayînkirina çarenûsa xwe stratejiyên ku tevgera civakî rêvebirin hebûn. Mînak, Mahatma Gandhî, fikra wî ya Satyagraha ku têkoşîna bêtundîtiyê ya ji bo azadiyê û têkoşîna civakî li gorî fikra min pir girîng e. Hêvîdar im ku têkoşîna azadiya Hindistanê û fikrên rêberên wê ji bo têkoşîna Kurdan sûdewer be."
MA / Melîk Çelîk