NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ragihand ku ji ber bikaranîna gaza metanê 4 leşkerên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Parastinê ragihand ku li herêma operasyonê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber gaza metanê 4 leşkerên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dane derket 12’an.