AMED - Li gundê Korxa ya Licê xebata Kana Kalker jinûve destpê kir û ji ber vê xebatê daristan, jiyana hemû zindiyan û şikefta Birqilên a dîrokî di talûkeyê de ye.
Li Taxa Korxa ya navçeya Licê ya Amedê, Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî a Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, projeya 'Kana Kalker, Santrala Mekanîk û Tesîsa Hûrandin û Tesîsa Şopandinê' da destpêkirin. Ev xebata ku di 12'ê Tebaxa 2021'an de destpê kir, li ser bertekên welatiyên gund dem bi dem rawestiya, lê niha dîsa dest pê kir.
Ji bo projeya li qada ji 16,134 hektarî ya herêma 24.88 hektarî, di 2'ê Îlona 2021'an de biryara ‘Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) ne pêwîst e’ hat dayîn. Sedema ku hat dayîn ew bû ku herêm wekî daristan hatiye tesnîfkirin.
Herêma niştecihbûnê ya ku 180 metre dûrî herêma projeyê ye ku 2 kîlometreyan dikeve bakurê gundê Xorxa heye. Eger dînamît were teqandin, wê gundê Xorxa û Hêdîkê ya gundewar, her wiha Şikefta Bîrqilên a dîrokî jî bandorê bibînin.
Abdullah Kaya yê li gundê Hêdîkê dijî û bertek nîşanî projeyan da û diyar kir ku wan gelek serlêdanên hiqûqî kirine lê tu encam negirtine û wiha got: "Min jî bi fikara ku Şikefta Birqilên zerarê bibîne serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê da. Lê belê ji min re gotin, 'Destûr ji Midûriyeta Rêyên Bejayî hatiye girtin'. Li wê herêmê 6-7 donim erdê min heye. Şikefta Birqilên ku herêmeke tûrîstîk e û min zarokatiya xwe lê derbas kir, tevî erdê xwe wê zerareke cidî bibîne."
‘BILA WERE RAWESTANDIN’
Kaya diyar kir ku li taxa Hedîk herî kêm 500-600 kes dijîn û wiha bertek nîşan da: "Dixwazin taxa me, mala me, mîrateya ku em ê ji zarokên xwe re bihêlin xera bikin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ev du meh in kar ji nû ve dest pê kiriye û em nikarin heywanên xwe bibin herêmê. Divê xebatan rawestînin. Divê hemû gelê Hedîkê li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bike û bêdeng nemîne."
Serokê Komîsyona Hiqûqa Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê Ahmet Înan diyar kir ku qada xebatên lê tên kirin xwedî wateyeke dîrokî ye û bibîr xist ku ew qadeke daristan û çêrgehan e ku heywanên xwe lê diçêrînin. Înan diyar kir ku beriya salekê gundiyan ji ber rewşa dîrokî ya herêmê giliyê sûc li dozgeriyê kirine û her wiha giliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Midûriyeta Bajar, Midûriyeta Parastina Mîrateyên Çandî û şîrketê kirine. Lê heta niha têkildarî serlêdanan tu tiştek nehatiye kirin.
SERLÊDANA SÛC
Înan da zanîn ku qada ku xebat lê tê kirin hem herêmeke daristan e û hem jî şikefta Birqilên a dîrokî li wir e û dê derbarê Midûriyeta Daristanê ya Bajar û Midûriyeta Parastina Hebûnên Dîrokî ya Bajar serlêdana sûc bikin.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Înan wiha axivî: “Divê xebatên bi vî rengî bên sînordarkirin. Teqîn an jî operasyona sondajê, nîvçapa bandorê ya 5-10 km nîşan dide. Zerarê dide avaniya dîrokî. Li ser şikefta Birqilînê mîtolojî heye. Qadeke daristanî ye, bi daran tije ye. Xebata heyî yekparêziya wê avaniya dîrokî pûç dike. Yên ku projeyê erê dikin, ax û dîroka welat tune dihesibînin.”
Înan bang li saziyên civakî û rêxistinên ekolojiyê kir ku piştevaniyê bidin têkoşîna gundiyan.
MA/ Heval Onkol