ŞIRNEX - Sergen Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî, di çarçoveya lêpirsînek derbarê wî de hat vekirin, bi hinceta îfade ne daye, hat binçavkirin.
Sergen Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat binçavkirin. Sucu di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a li Amedê hat vekirin de, bi hinceta îfade ne daye hat binçavkirin.
Sucu li Midûryeta Polîsan a Navçeyê tê girtin û li bendêye bi rêya SEGBÎS’ê îfade bide dozgeriyê.