Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî hat binçavkirin 2018-06-26 15:47:07   ŞIRNEX - Sergen Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî, di çarçoveya lêpirsînek derbarê wî de hat vekirin, bi hinceta îfade ne daye, hat binçavkirin.   Sergen Sucu yê ekolojîst û redkarê wijdanî li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat binçavkirin. Sucu di çarçoveya lêpirsîna bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” a li Amedê hat vekirin de, bi hinceta îfade ne  daye hat binçavkirin.    Sucu li Midûryeta Polîsan a Navçeyê tê girtin û li bendêye bi rêya SEGBÎS’ê îfade bide dozgeriyê.