WAN - TJA'yiyan ji bo mihrîcana jinan ku dê li Gimgimê bi şîara "Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk ve" bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û got: "Em, xweza û pêşeroja xwe bi hev re ava bikin."
Li navçeya Gimgim a Mûşê dê di 29-30’ê Hezîranê de Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê ya bi şîara “Bi jina azad, çand û xwezayê re ber bi civaka demokratîk ve” bê lidarxistin. Di mihrîcanê de dê çalakiyên bi sernavên xweza, çand, jineolojî û ekolojiye bên lidarxistin.
JI BO BÎRANÎNA EKÎN WAN'Ê DÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN
Di roja yekemîn mihrîcanê de dê ji bo bîranîna Ekîn Wanê ku di 10’ê Tîrmeha 2015’an di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşhîrkirin, dê meş bê lidarxistin. Piştre dê kargehên bi sernavên “Aştî û Civaka Demokratîk” bên lidarxistin. Di kargehan de siyasetmedarên jinên ên Kurd Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata, Bêrîvan Elter beşdar bibin û der barê qirkirina ekolojiyê û jinan de xebatên ji bo agahdariyê bên kirin. Di danê êvarê de dê fîlmên der barê jinan de bên nîşandan û lîstikên gelêrî bên lîstin. Di danê sibeya roja duyemîn a mihrîcanê de dê jin meşa li nava xwezayê pêk bînin. Piştî werzîşê dê kargehên jineolojiyê bên lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên mihrîcanê de dê performansa koma govendê ya jinan û tûrnûvaya voleybolê bê lidarxistin. Di danê êvarê de hunermend Beser Şahîn û Xecê dê konsertê li dar bixin.
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bal kişandin ser mihrîcana ku dê li Gimgimê bê lidarxistin û ji bo beşdariyê bangî jinan kirin.
GIRÎNGIYA RÊXISTINBÛNA JINAN
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kurt, diyar kir ku ev mihrîcana jinan tenê ne çalakiyek e di heman demê de qadek e ji bo xurtkirina rêxistinbûna jinan. Gulşen Kurtê destnîşan kir ku bi salan e li her qadê li dijî desthilata mêr ên serdest têdikoşin û wiha axivî: “Jin herî zêde li dijî şer, talana xwezayê, koçberiyê, tundiya li dijî jinê, îstîsmara kedê û xizanhiştina jinan li her qadê têdikoşin û em ê di têkoşîna xwe de berdewam bin. Jin ji aliyekî ve li dijî şer aştiyê, li dijî tundiyê têkoşîna jinan mezin dikin û ji aliyê din ve têkoşîna rêxistinbûyî xurt dikin. Em bi hêza felsefeya jin, jiyan, azadîyê ve li dijî qirkirina jinan têkoşîneke rêxistinbûyî dihûnin."
Gulşen Kurtê, diyar kir ku mihrîcan, kargeh, û hevdîtinên jinan di vê pêvajoyê de pir biqîmet in û ev tişt got: “Ji bo avakirina paradîgmaya Demokratîk Ekolojîk Azadiya Jinê di nava civakê de bi salan e xebat tên kirin. Ji ber vê mihrîcana ku dê li Gimgimê bê lidarxistin pir girîng e. Em ê bi jinan re bicivin û li mijarên têkoşîna jinan û xurtkirina rêxistinê nîqaş bikin.”
‘EM XWEZA Û DAHATÛYA XWE BI HEV RE AVA BIKIN’
Gulşen Kurtê diyar kir ku dê di mihrîcanê de mijarên têkildarê têkoşîna li dijî qirkirina jinan û ekolojiyê nîqaş bikin. Herwiha Gulşen Kurtê, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û diyar kir ku dê şêwaza beşdariya jinan û pêşengiya wan a bo pêvajoyê jî gotûbêj bikin. Gulşen Kurtê, diyar kir ku mihrîcan ji bo pêvajoya nû “avakirina aştî û civaka demokratîk” e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Banga me ji bo hemû jinên li herêmê; em xweza û dahatûya xwe bi hevre ava bikin. Em di avakirina aştî û civaka demokratîk de têkoşîn û rêxistinbûna xwe xurt bikin.”
BANGA JI BO JINAN
Aktivîsta TJA’yê Medya Mermît, ji mihrîcana ku dê di 29-30’ê Hezîranê de li Gimgimê bê lidarxistin bang kir û bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha got: "Em ê ji bo qirkirina ekolojiyê, qetlîamên jinan û pêvajoya aştiyê bên cem hev. Em bi hêza 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê banga beşdariya li mihrîcana Gimgimê dikin.”