NAVENDA NÛÇEYAN - Girtîgeha Evînê ya li Tahranê ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate hedefgirtin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên Îsraîlê bişev Girtîgeha Evînê ya li Tahranê ku girtiyên siyasî lê tê ragirtin, bomberbaran kiriye. Dengê teqînên mezin hate bihîstin û bi ser girtîgehê dû bilind bû.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, tê dîtin ku Girtîgeha Evîn hatiye bomebarankirin. Li gorî hinek agahiyan tê gotin girtîgeh di 18’ê Hezîranê de hatiye bombebarankirin. Lê der barê dîroka êrişê de agahiyek zelal nehate wergirtin.
Piştî êrişî rayedarên girtîgehê, çûyîn û hatina nava girtîgehê girtin û gelek ambulans sewqî girtîgehê kirin.
Li Girtîgeha Evînê gelek siyasetmedar, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan û welatiyên biyanî tên ragirtin.
Der barê bûyerê de heya niha ji rayedarên Îranê tu daxuyaniyek nedaye û Îsarîlê jî êriş pitşrast nekiriye.
MOSSAD'ê der barê êrişê de li ser hesabê xwe yê X'ê dîmen parve kir.