ENQERE - Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara ji aliyê PKK'ê ve hatiye girtin girîng e û got, "Biryara ku PKK'ê daye, argûmanên di dest û zimanê hikûmetê de ji holê rakiriye. Ji ber vê yekê ti hinceteke hikûmetê nemaye."
Deng vedana 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hatibû kirin dewam dike. Piştî bangawaziyê PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe pêk anî, diyar kir ku dawî li çalakiyên xwe aniye. Piştî bang û biryarê çav li ser gavên ku hikûmet û dewlet wê bavêjine ye. Ji bo hikûmet û dewlet gavên şênber bavêje bang tên kirin.
Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan anî ziman ku bana Abdullah Ocalan û biryarên PKK'ê dê li Tirkiyeyê bandorê li têkoşîna ked û demokrasiyê bike.
Selma Gurkan da zanîn ku pirsgirêka kurd tenê bi Tirkiyeyê re ne sînordar e û bi awayekî xwezayî ev geşedan dê bandorê li hemû herêmê jî bike û wiha got: "Dema em behsa pirsgirêka Kurd dikin, me hinekî bi rêya erdnîgariyê vedigot. Ev demeke dirêj e em diyar dikin ku ew êdî bi tenê 'pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê' sekiniye û bûye pirsgirêka demokratîkbûyîna herêmî û aştiyê. Ji ber vê yekê ev biryar di heman demê de wê encamên xwe yên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn jî hebin. Weke hêzên ked û demokrasiyê, em pirsgirêka Kurd weke yek ji pirsgirêkên bingehîn ên demokrasiyê yên welêt dinirxînin. Bi awayekî xwezayî em li ser esasê misogerkirina mafan, parastina wan û pêkanîna daxwazên gelê Kurd nêzî çareseriya wê dibin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku ev biryar wê bandoreke erênî li demokratîkbûyînê bike."
'HINCETÊN HIKÛMETÊ NEMAN'
Selma Gurkan işaret bi pêwistiya nîqaşkirina demokrasî û aştiya li erdnîgariya Rojhilata Navîn kir û wiha axivî: "Biryara ku PKK'ê daye, gelek arguman ji dest hikûmetê girtiye. Ti hincetên hikûmetê nemaye. Divê ev heyam demek bê nirxandin ku em ê azadiyên siyasî û demokrasiyê zêdetir nîqaş bikin. Ji ber ku atmosfereke bêpevçûn derketiye holê. Hikûmet hewl dide vê ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Dibêjin, 'Me Tirkiyeyeke bê teror bi dest xist'. Eger muzakereyek hebe, ev bi encama têkoşîna ku gelê Kurd 100 sal in dimeşîne ye. Encameke pêşketinên li Rojhilata Navîn e. Niyet û armancên hikûmetê çi be jî; gelê Kurd tevî têkoşînên ku dane û berdêlên ku dane jî dev ji daxwazên xwe bernade û têkoşîna domdar a ji bo mafên xwe yên siyasî bi her rê û rêbazî hikûmet aniye ser maseya muzakereyê. "
'PIRSGIRÊKA ME HEMÛYAN E'
Selma Gurkan diyar kir ku bicihanîna berpirsyariya vê pêvajoyê li ser tevgera siyasî ya Kurd barkirin ne rast e û wiha got: "Têkoşîna welêt a ji bo demokratîkbûyînê, pirsgirêka demokratîkbûyînê ji bo me hemûyan e. Ji bo karkerên li febrîqeyeke li Stenbolê, li febrîqeyeke li Kocaeliyê, li pîşesaziya metal a li Îzmîrê, li endustriya xwarin an jî tekstîlê jî pirsgirêk e. Ev ji bo teqawîtan pirsgirêk e. Ji bo hilberîna gundiyan pirsgirêk e. Ji bo esnafên biçûk pirsgirêk e. Ji bo welatiyên ji rêzê û xwendekarên zanîngehê jî pirsgirêk e. Ji ber ku me hemûyan encamên pirsgirêka demokratîkbûyînê bi hev re jiyan. Ji ber vê yekê divê weke pirsgirêkeke Tirkiyeyê bê destgirtin. Divê têkoşîn jî di vê çarçoveyê de bê kirin."
Selma Gurkan anî ziman ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê ti bendewariyek ji hikûmetê neyê kirin û got, "Her tim di navbera hêzên li dijî hev şer dikin de muzakere hatine kirin. Encamên van peymanan dibe ku li gorî hêza têkoşînê biguhere. Lê divê em xwe bispêrin hêza xwe. Yanî weke karker, kedkar û gelan divê em bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, hêza xwe ya yekbûyî bawer bin. Divê bendewariyeke me ji hikûmetê nebe. Ji ber ku hikûmet wê ya xwe bike. Divê em wek gel ya xwe bikin. Ez bawerim ku hêza veguherîner gelekî bi bandor e.