ŞIRNEX / MÊRDÎN – Lî navçeyên Şirnex û Mêrdînê ku herî zêde ji ber qedexeyên derketina derve hatin hilweşandin gel serê sibê zû herikî dibistanan û dengên xwe dan.
Yek ji bajarê herî zêde ku deng dayîn û encamên hilbijartinê tên meraqkirin Şirnex û navçeyên wê û Mêrdîn û navçeyên wê ne. Li Şirnexê û navçeyên wê ku di “qedexeyên derketina derve” de hatin hilweşandin serê sibê gel li ber dibistanan kom bû. Li navenda Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Silopî û Hezexê gel çû ser sindoqan û ketin dorê.
CIZÎR Û ŞIRNEX DIHERIKIN DIBISTANAN
Li taxên Cudî û Nurê yên Cizîrê û li navenda Şirnexê beşdariya gel a hilbijartinê balê dikişîne ser xwe.
NISÊBÎN LI SER SINDOQAN E
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di "qedexeya derketina derve" de 6 taxên wê ser û bin kiribûn û hilweşandinbûn, gel serê sibê zû herikî ber dibistanan. Li Nisêbînê polîsan bi maşîneyên zirxî dibistan dorpêç kirin. Hêjayî gotinê ye ku hilbijêr di bin siya çekan de dengê xwe didin.