RIHA – Namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û alîgirên xwe yên li Pirsûsê bav û du kurê wî kuştin, bi çekan li dibistanan digerin. Namzetê AKP’ê û alîgirên xwe peywîrdarên HDP’ê yên sindoqan derb kirin û ji bo AKP û Erdogan dengên blok bikaranîn.
Di arîfeya Cejna Remezanê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê alîgirên Namzetê Parlamenteriyê yê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Celal û Adil kirin û her sê kuştin. Namzetê AKP’ê û aligirên xwe roja hilbijartinê jî rehet nesekinîn. Yildiz û bi dehan alîgirên xwe yên bi çek li dibistanan li ser sindoqan geriyan.
Alîgirên Yildiz ê AKP’î ewil li dibistanên Seretayî yên Ataturk û Cumhuriyet û li Lîseya GAP’ê ya Anadoluyê dest danîn ser telefonên welatiyan.
Pişt re peywîrdarên sindoqan derxistin dervayî dibistanan. Yildiz û alîgirên xwe peywîrdarên HDP’î yên li ser sindoqan derb kirin û çûn ser sindoqan ji bo AKP’ê û Erdogan dengên blok bikaranîn.
Li navçeya navendî Halîliye ya Rihayê jî peywîrdarên CHP’ê yên li ser sindoqan hatin derbkirin û derxistin derve. Peywîrdar çûn qereqola cendermeyan û giliyê sûc kirin.
HÎLEYAN FERQ KIRIN Û PARVE KIRIN
Li sindoqa 1043’an a li Pirsûsê dengên zêde hatin bikaranîn, lê muşahîtan ferq kir û wan kesan li ser sûc girtin. Di wê kêliyê de muşahîtek bi telefona xwe hîleyan qeyd kir û li ser medya civakî parve kir.