NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Derve yê Amerîka, daxuyanî da ku cezayên li ser Sûriyeyê hatiye rakirin û heta 180 rojan muafiyet danê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), cezayên aborî yên li ser Sûriyeyê bi demkî efû kir. Wezareta Xezîneya Amerîka, ragihand ku cezayên li ser Sûriyeyê hatine sivikkirin. Wezareta Xezîneya Amerîka, aşkera kir ku cezayên di çarçoveya Zagona Sezar a Parastina Sîvîlên Sûriyeyê hatibû pêkanîn ji bo 180 rojan hatiye efûkirin.
‘EV PERÇEYEK JI RAKIRINA CEZAYÊN BI TEMAMÎ YE’
Hate ragihand ku biryara ji aliye Wezareta Xezîneyê ve hatiye dayîn, bi gotinên Donald Trump ên der barê Sûriyeyê re li hev e. Di daxuyaniyê de bal kişand ser ku ev gaveke ji bo rakirina cezayên temamî yên li ser Sûriyeyê ye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku lisansa giştî, destûra kirarên qedexe yên di çerçoveya Rêziknameya Cezayên Sûriyeyê de dide û “di fîliyatê de cezayên li ser Sûriyeyê hatiye rakirin.”
Digel vê yeke, hate destnîşankirin ku lisansa giştî ya ji bo hikûmeta Sûriyê ya nû hatiye dayin, destûra pêkanîna temamê kiraran dide ji bo kesên tê de hatiye diyarkirin, saziyên fînansê yên Amerikî ji bo Bankeya Tîcaretê ya Sûriyeyê muafiyetek awerte dane ji bo wergirtina hesabên muhabîr. Di çerçoveya lisansa giştî ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê belavkirî de ji bo Serokkomarê Sûriyê yê demkî Ahmed Şara û hikûmeta wî, Banka Sûriyeyê ya Navendî, hinek banken Sûriyeyê, şîrketên enerjiye, saziyên cemaweriyê re destûr daye.